Kurdistan roleke mezin li dabînkirina enerjiya cîhanê de dibîne
Hatina kompanyayên cîhaniyan ya ji bo veberhênana li kerta nefta Herêma Kurdistanê de berdewame û nûtirînê wan kompanyayan jî ku amadeye pereyeke baş li kerta nefta Herêmê de xerc bike kompanyayekî ser bi dewleta Îmarate.
Berpirsên kompanya “Taqe” ya Îmaratî li rêya beyannameyek ragihand: Ew li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîştine peymanek ji bo wê yekê kompanyayên wan bête nav Herêmê û li kerta neft de projeya veberhênanê encam bide.
Li beşekî beyannamek de hatiye, kompanya “Taqe” li kêlgeya nefta “Etrûş” dest bi cîhkirina projeyê dike û tê pêşbînî kirin berî sala 2015 rojane 30 hezar bermîl neft ji wê kêlgeha neft de berhem bîne.
Siyaseta serketiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li warê neft de li medya cîhanî de gelek tê behs kirin. Ajansa nûçeyiya Associated Press li raporek de dibêje: Hikûmeta Bexda bi hemû awayekî dijayetiya siyaseta nefta Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, lê belê serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê li ser planên xwe yê bi mebesta derxistina nefta Kurdistanê û şandina derve de berdewame û bi vî awayî dixwaze zêdetir xizmetkirina welatiyên xwe bike.
Malpera “Oil Press” jî li raporek de dibêje: Herêma Kurdistanê xwedî yedekekî gelek zêdeyê nefta cîhane û eger ew Herêm serbixweyî werbigrê wê demê dibê 9. welatê cîhanê li warê hebûna neft de.
Malpera “The Christian Science Monitor” a Amerîkî jî li raporek de behsa wê siyaseta dijminkaraneya Hikûmeta Bexda dike. Dibêje Hikûmeta navendî peymana neftiyên Kurdistanê bi neyasayî bi nav dike û rê wan kompanyayan jî nade li xwarê Iraqê karê veberhênanê bikin, ku li Herêma Kurdistanê de kar dikin. Lê belê ne Hikûmeta Herêmê dev ji peymanan berdide û ne kompanyayên biyaniyan jî dev ji Herêma Kurdistanê berdidin ji bo wê yekê ku li xwarê Iraqê derfeta îşkirina wan çêbibe.
Ajansa nûçeyiya “United Press International” jî li raporek de dibêje: Teqînên vê dawî yê ya meha derbasbûyî ya bajarê Hewlêrê tu bandorekî neyînî li ser nêrîna kompanya û veberhêneran di derbarê Herêma Kurdistanê de dirust nekiriye, ji ber ku Herêma Kurdistanê herêmeke arame û li pêşketineke berdewam daye.