Polîtîk

Çanda demokrasiyê li Kurdistanê hêz dibe

Serokwezîrê Kurdistanê û Konsolosê Kanadayê behsa rengê bihêztir kirina peyvendiyên navbera her du aliyan kirin.

Di hevdîtineke de Serokwezîrê Kurdistanê bi minasebeta destbikar kirina vî weke Konsolosê Kanadayê li Îraqê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Brono Sakomanee kir û her du alî behsa çawetiya bihêztir kirina peywendiyên navbera Kanada, Îraq û Kurdistanê de kirin.

Konsolosê Kanadayê diyar kir ku, Kanada dixweze peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bihêztir bike û got: Bi mebesta bihêztir kirina peywendiyên han vê di destpêka sala 2014an de Kanada nivîsgeha Konsolosxaneya xwe li Hewlêrê vedike û her ji niha ve dest bi amadekariyên pêwîst hatiye kirin.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe ya li hember vê biryara han diyar kir û ragehand ku, hikûmeta Kurdistanê piştgîriya kar û çalakiyên bazirganî yên Kanadayê ên li Kurdistanê de dike.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha piştgîriya xwe bo vekirina nivîsgeha Konsolosxaneya Kanadayê li Hewlêrê de diyar kir û ew biryara han bi biryareke girîng wesif kir.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa hilbjiartinên parlementoya Kurdistanê jî hate kirin û Konsolosê Kanadayê jiber serkeftina prosesa hilbijartinan pîrozbayî li gel û hikûmeta Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Kurdistanê jî ew yek diyar kir ku, serkeftina prosesa hilbijartinan serkeftina gelê Kurd û ezmûna demokrasiya Kurdistanê ye û ew tişta ku, dilê mirov pê xweşe bicîhbûn û bihêztir bûna çanda demokrasî li Kurdistanê deye.

Back to top button