Barzanî li Ebu Dhabi: Nêzîkbûna stratejîk di demek hestiyar de…

Têkiliya bi Abu Dhabi re her weha derfetek peyda dike ku veberhênanên li ser binesaziyê û korîdorên bazirganî, di atmosferek aram de, bêyî tundûtûjiya medyayî û siyasî..
Îmad El-Şidyaq
Jêder: El-Nehar
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî de nimûneyeke ku, dibe alîkar ji bo pêkanîna aştî û geşepêdana navçeyê. Serdana vê dawiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Ebu Dabî di destpêka vê heftiyê de ronahiyê dide paşeroja van peywendiyên bi hêvî ku, tê çaverêkirin berdewamiya geşepêdana wan di warên aborî, ewlekarî û çandî de hebe.
Elîtên li Herêma Kurdistanê vê serdanê ji bilî “rawestandina protokolê” wêdetir dibînin, lê belê ji bo pêvajoyeke dîplomatîk a ku xwe dispêre nêzîkbûneke “realîst” ji bo avakirina hevbendiyên hevseng ên li ser bingeha berjewendiyên ewlehî û aborî û lihevhatina jeopolîtîk, vê serdanê wekî “rawestgeheke protokolî” wêdetir dibînin. Ev serdan di demeke aloz a navçeyî de tê, ligel ku alozî di navbera Îran û Îsraîlê de zêde bûne, rewşa ewlekarî li Iraqê di aloziyê de ye. Li helkefta pevçûna ligel alîgirên Îranê, û zêdebûna hebûna Tirkiyê li bakurê Iraq û Sûriyê, ku di encamê de hevdem e ligel ji nû ve veguheztina Amerîka li navçeyê.
Ji bo van hemûyan ev serdan derfeteke girîng bû ji bo dupatkirina hevkariyên dualî yên di navbera her du aliyan de, ji ber ku Barzanî li gel Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan civiya. Civîna her du aliyan di demekê de ye ku navçe û Îmarat şahidê qonaxeke “nêzîkbûna stratîjîk” di warên curbicur de ne, ku di warê pevguhertina nêrînan de li ser awayên bihêzkirina peywendiyên siyasî, aborî û çandî di navbera her du aliyan de, giringiyê bi dest dixe.
Bi dîtina herêmê, Îmarat di rêkeftinên piştî şer de (ango nakokî) “aliyek çalak” e û ji ber vê yekê têkiliya wê bi wê re ji bo vekirina kanalên diyalogê bi dewletên dijber re girîng e. Têkiliya bi Abu Dhabi re her weha derfetek peyda dike ku veberhênanên li ser binesaziyê û korîdorên bazirganî, di atmosferek aram de, bêyî tundûtûjiya medyayî û siyasî. Li gorî vê yekê, diyaloga di navbera her du aliyan de li ser mijarên jiyanî hate rawestîn.
- Hevkariya aborî: Hevkariya di warê veberhênan û jêrxana navçeyê de li ser zêdekirina hevkariyê hat kirin, ji ber ku Îmarat dixwaze di projeyên mezin de li Kurdistanê bi sermaya xwe kar bike.
- Enerjî û çavkaniyên xwezayî: Tê payîn ku têkiliyên her du welatan di sektora neft û gazê de pêş bikevin. Îmarat yek ji mezintirîn veberhênerên sektora enerjiyê li Rojhilata Navîn tê hesibandin. Herêma Kurdistanê bi samanên xwe yên xwezayî yên zêde tê naskirin, ku ji bo sermayeguzariyên Îmaratî dibe zemîneke bi bereket.
- Hevkariya ewlekarî û leşkerî: Di civînê de mijarên ewlekariya navçeyî hatin nîqaşkirin û her du alî li ser riyên pêşxistina hevkariyê di warê “têkoşîna li dijî terorê” û pêşxistina aramiyê li navçeyê lêkolîn kirin. Têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de di gelek waran de îmkanên hêviyê didin.
- Bi taybetî: 1. Bazirganî: Îmarat yek ji mezintirîn hevkarên bazirganî yên Herêma Kurdistanê ye. Dubey wek navendeke bazirganî ya girîng tê hesibandin, ji ber wê jî ew wek “xala girêdanê” ya Herêma Kurdistanê bi bazarên cîhanî re ye. Tê payîn ku pevguhertina bazirganiyê di pêşerojê de, bi giranî li ser sektora neft û gazê berfireh bibe.
- 2. Hevkarî di warê perwerde û lêkolînên zanistî de: Derfetên pêşxistina hevkariyê di warên akademîk de, bi taybetî yên girêdayî zanîngeh û navendên lêkolînê yên di navbera her du welatan de hene. Herêma Kurdistanê di vî warî de xwediyê şiyanên girîng e, di heman demê de Îmarat jîngeheke perwerdehiyê ya pêşeng û pêşketî li herêmê pêşkêş dike.
- 3. Teknolojî û Nûjenî: Ji ber ku Îmarat hewl dide di warê nûjenî û teknolojiyê de li Rojhilata Navîn bibe serek û bi taybetî di warê zîrekiya çêkirî de, hevkarî di vî warî de bi Herêma Kurdistanê re dê derfetên girîng ji her du aliyan re peyda dike, ji bilî warên din ên wek teknolojiya zanyariyan û enerjiya nûjen.
- 4. Tûrîzm: Herêma Kurdistanê hewl dide geştiyaran ji hemû welatên cîhanê bikişîne, helbet Îmarat jî di nav de ye. Bi seyrangehên dîrokî û çandî yên herêmê, tûrîzma di navbera her du aliyan de dikare geş bibe û geştiyarên Îmaratî bikişîne.
- 5. Alîkarî û geşepêdana mirovî: Îmarat bi rola xwe ya aktîv û bi comerdî di pêşkêşkirina alîkariyên mirovî de cihêreng e. Ji ber ku Herêma Kurdistanê ji bo avadankirin û pêşxistina navçeyên ku ji ber şer û pevçûnan ziyan dîtine, pêwîstî bi piştevaniyê heye. Îmarat dikare bi pêşvebirina veberhênan û projeyên pêşkeftinê di vî warî de rolek girîng bilîze. Tê zanîn ku têkiliya Îmarat û herêmê ne nû ye. Ew di deh salên borî de bûye şahidê pêşveçûnek girîng, û Ebû Dabî piştgirîya herêmê, hem di warê aborî û hem jî di warê siyasî de berdewam kiriye.
- Di peywendiyên siyasî de, Herêma Kurdistanê siyaseteke hevsengiya peywendiyên xwe bi welatên cîran re, ji wan Tirkiye û Îranê re, digre û pêwendiyên xwe bi welatên kendavê re jî bihêz dike. Têkiliyên wî bi Îmarat re hevseng in û ji bo bidestxistina berjewendiyên her du aliyan piştgirî dikin. Di warê aborî de, navçe yek ji mezintirîn navçeyên Iraqê ye û di astek pêşkeftî de ye ji bo kişandina sermayeguzariyên derve. Îmarat bi giraniya xwe ya aborî beşeke girîng a stratejiya Kurdistanê ya bihêzkirina aboriyê ye.
- Ev serdan di demek hestiyar de tê, ku herêm rûbirûyê kêşeyên jeopolîtîk dibe, û hevkarî di navbera lîstikvanên sereke de hewce dike ku çalakiyên hevbeş bihêz bikin ji bo bidestxistina berjewendiyên her kesî. Ji ber vê yekê hevahengiya Kurdan bi Ebû Dabî re dikare bibe modelek ji bo hevkariya herêmî.
- 11 Avrêl, 2025
Werger ji Erebî ..