Dr Ayhan: Li Kurdistanê çanda demokrasiyê pêşketiye
Dr Veysel Ayhan Serokê Navenda Aştiya Rojhilata Navîna Navdewletî (IMPR) û çavdêrê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê nivîsek di derbarê kampanyayên Hilbijartinên Parlemena Kurdistanê belav kiriye û balkişandiye li ser wê yekê ku bi awayeke giştî li Kurdistanê çanda demokrasiyê gelek pêşketiye û asta wê bilind bûye.
Ayhan di nivîsa xwe de dide zanîn ku li hilbijartinan de her partî bi lîsteyên cûda û navên namzetên xwe bi awayeke eşkere belavkirine û li ser sîstem û pergala dengdana daxwazkirî jî pengaveke girînge. Ayhan dibêje: Bi vî awayî namzet dikare hem ji bo xwe jî bixebite û dengên partiya xwe jî zêdetir bike. Ji aliyeke din ve jî dengdêr kî bixwaze bêyî ku sînorkirina rêzbenda hebe, dikare ew kesê ku piştgiriya wî dike bi dilxweşî wî bike endamê Parlementoyê. Ew pergala ku di demekî de li Tirkiyê dihate bikaranîn paşê hate rakirin ya ku ew namzetê girêdayî rênimayiyên partiya xwe nebûya nedikarî bibe parlementer wate pergala daxwaziyê li Kurdistana Iraqê nayê bikaranîn û eve jî wiha dide xuyakirin ku çanda demokrasiyê li herêmê de asta wê bilind bûye û pêşketiye.
Her wiha Ayhan dide zanîn ku rewşa partiyên îslamî jî gelek girînge. Li demên dawî de li hember wan rûdanên ku li Dihok û Zaxoyê pêkhatin û li hember wan xortên Helepçeyiyên ku li Suriyê şer dikirin helwesteke neteweyî pêkaniye. Eve jî dikare bibe sedema wê yekê ku Partiyên Îslamî li paş bixe. Her wiha şerê navxweyiyên Misir û Suriye jî bûye sedema paşketina dengdêrên partiyên Îslamî.
Di dawiyê de Ayhan dibêje: Bi awayeke giştî em nikarin bibêjin tu partî bi dileke rehet beşdarî hilbijartinan dibe. Li gel vê yekê jî ji niha ve diyare ku Serok Wezîrî û gelek Wezaretên girîng dê bibin ya PDK. Di encamê de em dikarin bibêjin ku ev hilbijartin wê bibe hilbijartinek ku hevpeymanê PDK diyar bike.