Polîtîk

Foreign Policy: Barzanî xizmeteke mezin li Kurdistanê kiriye

Li dîroka nû de yekemîn care Kurd ji bilî çiyayan dibin xwedî dosteke din. Li piştî rûxana Împratoriyeta Osmanî axa Kurdan li ser welatên Iraq û Îran û Sûriye û Turkiyê de hate dabeş kirin û Hikûmeta wan welatan jî bi dirêjahiya sedsala bîstan bi tevahî hewldan ku vî gelî bêdeng bikin. Hikûmeta wan welatan bi dirêjahiya wê sedsalê dest bi jenosaydkirina gelê Kurd û asîmîlekirina wan kir. 

Pêşketina Herêma Kurdistanê 

Guhertinên mezin li Rojhilata Navîn de rûdaye û pêvajoya gelê Kurd jî baştir bûye. Derfetekî zêrîn hatiye pêş bo ku Kurd bikarin karubarên herêmên xwe birêve bibin.

Li sala 1991 de Amerîka û hevpeymanên wî yên Awrupayî herêma dijîfirînê li ser Herêma Kurdistanê de ragihand û ji wê demê ve jî ev herêm ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê birêvebirin. Tevgera rizgariya Iraqê bûye sedema bi hêztirkirina pêgeha Kurdistanê. 

Niha Herêma Kurdistanê li warê aboriyê de gelek pêşketiye û xwedî artêşeke neteweyî ya taybet ya bi navê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ye. Pêşmerge aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê dabîn dike û Hikûmeta Herêmê jî li rêya peyrewkirina siyasetekî serketî ve kariye peywendiyekî bi hêz li gel çend welatekî mezin de pêkbîne ku ew jî Amerîka û Tirkiyê ye. 

Pêvajoya Kurdan perçeyên dinê Kurdistana mezin jî guheriye. Kurdên Rojavayê Kurdistanê karubarê herêmên xwe birêve dibin.

Hikûmeta Tirkiye jî hewla ewe daye kêşeya Kurd li welatê xwe bi diyalogê çareser bike.

Kurdên Rojhilata Kurdistanê jî li benda Serok Komarê nû yê Îranê Hesen Ruhanî ne wan sozên xwe bi cîh bike ku li dema kampanyaya hilbijartinên Serokayetiyê de bi gelê Kurd dabû. 

Rola Kurd li tevahiya herêmê de

Kurd balê dikşînin li ser wan guhertinan ku li herêmê de pêkanîne, her ji bo wê yekê jî dikarin helwest û gotara xwe yek bixin bo ku bikarin bi awayeke serketî karubarên herêmên Kurdan birêve bibin. 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî destên xwe xistiye pêş û Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê li dewra hev kom kiriye ku helwest û gotareke hevbeş dirust bike. Li rêya sazkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd ve, serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê naxwazin gelê Kurd wan helên sedsala derbasbûyî dûbare bike ku bûne sedema wê yekê ku Kurd naxwaze bibê xwedî dewlet û mafê xwe. 

Peymana stratejiya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê sûdmendeke mezin hebû, yek ji derencamên wê jî vegerana aramî û asayîş û pêşketina Herêma Kurdistanê bû. Niha jî serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê plana xwe heye li wê siyasetê de li ser rûdawên herêmê de kar bike. 

Niha her sê serkirdeyên bi hêzên Kurdistana mezin Mesûd Barzanî, Celal Talebanî û Abdullah Ocalan li warê siyasî ve yek nêrînê xwe heye. Peywendiya navxweya di navbera Partiyên Kurdan li her çar perçeyên Kurdistana mezin li astekî gelek bilind daye. Eve jî yarmetîdereke gelek başe ji bo wê yekê ku Kongreya Neteweyî ya Kurd bê sazkirin û Kurd jî bi yek stratîjiyê ve rûbirûyê kêşeyên paşarojê bibe. 

Serok Barzanî xizmeteke mezin li Kurdistanê kiriye

Li warê jeopolitîk ve jî hêza siyasiya Rojhilata Navîn hatiye guhertin. Li wê jî zêdetir, rola Hikûmeta navendî hatiye guhertin û pêgeha wan bê hêz bûye. Wekî mînak, desthilata Bexda û Şam gelek lawaz bûye. Eve jî wiha kiriye Kurd her çar perçeyên Kurdistanê hewl bidin nêzîkî hevdû bibin. 

Li warê serbazî ve jî alîkariya di navbera hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên çekdarên Kurdên din bê axaftin. 

Kurdên Başûr, Rojhilat û Bakûr amadene li vê dema hestiyara Sûriye têda derbas dibe yarmetiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bidin.

Hêza Zêrevanî ya Kurdistanê çekdarên Kurdên Rojavayê Kurdistanê perwerde dike ku vegerin Rojavayê Kurdistanê û herêma xwe ji serbazên Beşar Esed û çekdarên opozîsyonê biparêzin.

Serokê Herêma Kurdistanê kariye xizmeteke mezin bi Herêma Kurdistanê û pirsa Kurd bike. Wekî mînak, Serok Barzanî rolekî mezin li birêveçûna danustandina di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê û Hikûmeta Tirkiyê de dîtiye. 

Serok Barzanî kariye Herêma Kurdistanê gelek pêş bixe û niha jî ev herêm hemû nîşaneke serbixweyî pêve diyare, her ji bo wê yekê Kurdên perçeyên dinê Kurdistanê jî dixwazin Rojhilat, Rojava û Bakûrê Kurdistanê jî wekî Başûrê Kurdistanê lê bên. 

Serok Barzanî kariye modelekî serketî birêvebibin li Başûrê Kurdistanê damezrênê û eve jî yekemîn ezmûna serketiya xwe birêvebirina Kurdan ya dîroka nû de ye.

Ev rola mezina ku Serok Barzanî dibîne wiha kiriye rêzdar li her çar perçeyên Kurdistanê rêzeke mezin lê bê girtin. Berpirsê berê yê Encumena Nîştimaniya Suriye Abdulbasit Seyda dibêje, Barzanî merce’êke û pêwîste herdem li gel wî şêwirîn bête kirin. 

Serok Barzanî kariye rola navendî li navbera Komara Îslamî ya Îran û Tirkiye li aliyek û partî û grûpên Kurdên wan welatan li aliyekî din bibîne ji bo mebesta serketina projeyekî neteweyî ya Kurdî. 

Herêma Kurdistanê kariye li warê aboriyê ve pêşketinên mezin bi dest bîne. Niha peywendiyekî bi hêz li navbera Hewlêr û Enqere li warê aborî û bazirganiyê de heye. Tê pêşbînî kirin li demên pêş de ev peywendî bi hêztir jî bibe, ji ber ku boriyên neftê di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê temam dibê û li wê rêyê ve jî nefta Herêmê dişîne bazarên derve. 

Ji wê jî zêdetir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê yarmetiya grûp û partiyên dinê Kurdistana mezin dide. Sekreterê El Partî Abdulhekîm Beşar dibêje “Zêdetirê Kurdên Rojavayê Kurdistanê Barzanî wekî sembolekî neteweyî dibînin”.

Çavkanî: Kovara Foreign Policy 

Back to top button