Walî nehişt Kiliçdaroglu serdana Kerkûkê bike
Cîgirê serokê giştî yê Partiya Komarî ya Gel a Tirkiyê (CHP) Gursel Tekîn diyar kir ku ji ber rewşa ewlehiyê nekarîne serdana bajarê Kerkûkê bikin. Lê li gorî malperekî tirkî, waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm rê nedaye şanda CHPê serdana bajêr bikin.
Di çarçoveya serdana serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya bo Iraqê de, biryar bû Kiliçdaroglu serdana Kerkûkê jî bike lê li gorî cîgirê Kiliçdaroglu ev serdana ji ber egerên ewlehiyê pêk nehat.
Cîgirê serokê CHPê Gursel Tekîn ji Rûdawê re got: “Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ji me xwest ji ber rewşa ewlehiya bajêr em serdana Kerkûkê nekin.”
Tekîn diyar kir ku di bernameya wan de nebû serdana Hewlêrê bikin.
Ji aliyekî din malpera tirkî ya bi navê “Dunya Bulteni”, îdia kir ku waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm nehîştiye şanda CHPê serdana Kerkûkê bike.
Tê zanîn, bi agadatiya wezareta derve ya Tirkiyê serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi şandekî roja 20ê Tebaxa 2013 li ser vexwendina fermî ya Malikî serdana Iraqê kir û digel Malikî û hinek berpirsên Bexdayê hevdîtin pêk anî.