Kultur

Duyemîn roj mirhracana Evdalê Zeynikê

DUYEMÎN ROJ MIHRICANA EVDALÊ  ZEYNIKÊ

Mihrîcana Evdalê Zeynikê roja sêyemîn, li bajarê Patnosê bi coşeke mezin bi dawî bû.

Ev mihrîcana Navnetewî ya Çand û Hunerê, çewa ku berê jî hatibû gotin, bi beşdariya gelek rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û mêvanên ji welatên cuda ve hatibû domand. Çalakiyên roja pêşî û ya duyemîn li bajarê Agiriyê ji aliyê malpera me ve hatibû weşandin.

Roja sêyemîn jî, 19/ 08/ 2013, li salona çandê ya bajarê Patnosê bi dawî bû.

Panela pêşî bi dengbêjan, saet 14.00 dest pê kir. Divê panelê de gelek dengbêjên navdar her yekê stiraneke xwe got. Piştre panela rewşenbîran bi rêveberiya kevneparleman Henefî Alir saet 15.00 dest pê kir. Her nivîskarek li ser babeteke cuda axaftina xwe domand.

Di vê panelê de Dr. Emer Uluçay, Zeynelabidin Zinar, Xalid Sadînî û Ahmed Aras hebûn.

Mihrîcan saet 18.30 di nava çepikên şademanî de bi dawî bû.

Behram Badik/Agirî

Back to top button