Polîtîk

Barzanî li gel Komîteya Amadekara Kongreyê civiya

Îro pênçşem 25/07/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel komîteya amadekarê kongreya neteweya Kurd civiya.

Li vê kombûnê da ku bi mebesta agahdar kirina Serokê Herêma Kurdistanê ji qonaxên seretayiyên karê komîteya amadekar hate encam dan, Serok Barzanî daxwaz ji hemû aliyan kir ku wekî nûnerê neteweya Kurd kar bikin neku wekî nûnerê hizb û aliyên siyasiyan.

Serok Barzanî tekez kir ku divê berjewendiya Kurd bikin bingeha karkirina wan û hemû pêkve wekî yek tîm kar bikin û kes hewl nede ezmûn û ajandaya partiya xwe li ser karê komîteyê da bisepênê.

Serok Barzanî palpiştiya xwe û damezraweya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo hemû hengav û qonaxên sazkirina kongreyê ragihand û dûpat kir ku rola cenabê wan komkirin û kar hêsanî û piştevaniya serxistina karê kongreya neteweya Kurde û divê komîteya amadekar û hemû aliyê siyasiyan ji bo serxistina kongreyê li guftûgoyên berdewam da bin.

Li mijareke dinê civînê endamên komîteya amadekarê kongireya neteweya Kurd ku li vê kombûnê da beşdar bûn dîtin û nêrîn û pêşniyarên xwe yê di derbarê aliyên teknîkiyên kongreyê xistin rû û li ser ewe hevrê bûn ku pêwîste armanca hemû aliyek serxistina kongreyê bê û nabê tu aliyek rê bi xwe bide astengî ji bo karubarê kongreyê dirûst bike, ji ber ku hemû Kurd û dostên Kurd li seranserê cîhanê li benda vê hengava dîrokîne ku aliyê siyasiyên her çar perçeyê Kurdistanê bi navê sazkirina kongreya neteweya Kurd dest pêkirine.

Endamên komîteya amadekarê eve dûpat kirin ku ji bo çawayiya sazkirina kongreyê komîte bi tenê karê teknîkî û îdarî dike, neku biryara siyasî li ser erk û mijar û biryarên kongreyê bide, ji bo wê yekê hemû aliyek daxwaz kirin hemû aliyê siyasiyên Kurdistaniyan wekî tîmekî kar bikin û ji niha ve astengiya serxistina kongreyê de dirust nekin. Her wiha hemû aliyek baweriyê dane Serok Barzanî ku karê wan ya serxistina sazkirina kongreya neteweya Kurd de berdewam dibê.

Back to top button