Kultur

Kurdî-Der Elih Mîr Celadet Alî Bedirxan bi bîr tîne

Li gor agahiyên ku ji aliyê Muhsin Ozdemir li ser facebookê de belavkiriye Kurdî-Der Elih bîranîna Mîr Celadet Elî Bedirxan li dar dixe.

Kurdî-Der yan Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Zimanê Kurdî di sala 2006 an li Amedê hatiye damezrandin. Piştî 6 mehan kongreya xwe ya yekemîn çêkiriye. Di 7ê Rêbandana 2007an de kongereya pêk hat. Di kongreyê de 7 kes wekî endamên rêveberiyê yên eslî hatin helbijartin.

Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî ji wê demê ve xebatên xwe didomîne. Niha li navendê di ser 150 kesî re endamên Komeleyê hene. Li şaxên din jî; li Wanê, li Gewerê, Êlihê û li gelek bajarên din endamên wan yên xwezayî hene.

Kurdî-Der li ser ferhengên şaxên zanistî, Wek hiqûq, erdnîgarî, felsefe û hwd. dixebite. Di van hêlan de peyv û têgînên ku têne bikaranîn berhev dikin û arşîv dikin ji bo ku di pêş de bêne nirxandin.

 

Bernameya Bîranîna Mîr Celadet Elî Bedirxan wiha ye:

16.Tîrmeh Li Parqa Şerzan KURT/15.Tîrmeh Li mala taziyeyê ya Îpregazê

Daxuyanî

15.Tîrmeh Li mala taziyeyê ya Îpregazê

 

20:30 Rêzgitin, axaftina vekirinê

20:40 Sînevizyon:Amadekar Cewad Pale

21:00 Axaftin:Osman Ozçelîk

22:00 Helbestxwendin 

 

16.Tîrmeh Li Parqa Şerzan KURT

 

20:30 Rêzgirtin, axaftina vekirinê

20:40 Sînevizyon:Amadekar Cewad Pale

21:00 Axaftin:Muhsîn Ozdemîr

22:00 Dayîna Sertîfîqayên Xwendekaran

22:30 Helbestxwendin 

 

 

 

 

 

Back to top button