Fîdan: Em helwesta xwe li hember opozîsyona Sûriyê naguherînin
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan diyar kir ku daxuyaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ji bo Serokê rejîma Sûriyeyê Beşar Esad ji bo vexwendinê girîng e û wiha got: “Ev bangeke pir bi nirx e. Ez hêvî dikim ku ew nirxa vê yekê fêm bikin.”
Fîdan piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bîn Ferhan re lkonferansek a çapemenîyê hate li darxistin. Li ser pirsa rojnemevana Fidan behsa pêvajoya pêwendiyên Tirkiye û Suriye kir.
Fîdan diyar kir ku hevtayê wî ji aliyê Serokomar Erdogan ve hat qebûlkirin û diyar kir ku wan bi Bin Ferhan re li ser îmkanên pêşxistina hevkariyê di her warî de axivîn.
Fîdan destnîşan kir ku ew dixwazin Konseya Koordînasyona Tirkiye-Siûdiyê ji nû ve zindî bikin û got, “Me protokola bi rêkûpêkkirina karkirina mekanîzmaya mijara gotinê nû îmze kir. Her wiha me li hev kir ku îsal duyemîn civîna Meclîsê li Riyadê were lidarxistin. Koordînasyona me ji 5 komîteyên jêrîn pêk tê ku ji dîplomasiyê heta çandê, ji bazirganiyê heta tenduristiyê, ji hevkariya leşkerî heta enerjiyê dê di gelek qadên cuda de hevkariyê bikin. “Armanca me ew e ku, têkiliyên xwe yên dualî di her warî de bi xebatên van komîteyên ku saziyên cuda yên du welatan di nav de ne, hîn xurtir bikin.”
Fîdan bal kişand ku asta bazirganiyê ya di navbera herdu welatan da par gihîştiye 6,8 milyar dolarî û destnîşan kir ku dema Serokomar Erdogan bi Wezîrê Siûdî ra hat ba hev di serî da 10 milyar dolar û paşê jî 30 milyar dolar wek armanca bazirganiya di navbera herdu welatan de kifşkir.
Fîdan li ser daxuyaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya ku gotibû ew dikarin Beşar Esedê serokê rejima Sûriyeyê vexwînin Tirkiyeyê û pirsa pêvajoya ku dê çawa biçe, Fîdan destnîşan kir ku Serokomar Erdogan di vê mijarê da dîplomasiyê dimeşîne.
Fîdan bal kişand ser rola navbeynkariya Tirkiyeyê ya li herêmên cuda yên cîhanê û got, “Ev bi rastî nîşaneya herî mezin e ku Tirkiye li herêmê aştî, aramî û îstiqrarê digere.”
Fîdan destnîşan kir ku Serokomar Erdogan di şert û mercên herî dijwar da jî rasterast çi nerasterast deriyê diyalogê her tim vekirî dihêle û got ku kanala diyalogê ya bi Sûriyeyê ra ku ji sala 2017an hir ve bi formatên curbecur dest pê kiriye, divê bigihêje encamê.
Fîdan bi bîr xist ku ji sala 2017’an û hir ve Tirkiye bi rêya Rûsya û Îranê re hevdîtinên cuda yên Tirkiyeyê bi Sûriyeyê re dike û got, “Niha herêm gihiştiye hewayeke ku aştî û aramiyê dixwaze. Ruhê demê me mecbûr dike ku em li aştiyê bigerin, li aramiyê bigerin. Ji ber vê yekê Serokê me bi feraseta xwe ya rêbertiyê di asta herî jor de banga aştiyê kir. Ev bangek pir hêja ye. Ez hêvî dikim ku ew nirxa vê yekê fêm bikin. Li vir bêçaretî, qelsî nesekine.”
Fîdan li ser îdiayên ku tê gotin nêrîna Tirkiyeyê ya li hemberî muxalefeta Sûriyeyê hatiye guhertin, wiha got: “Em helwesta xwe ya li hemberî muxalefeta Sûriyeyê naguherînin. “Biryara azad û bijartina azad a opozîsyona Sûriyê di peywendiyên wan bi rêjîmê re pêwîst e.”
Fîdan diyar kir ku Tirkiye bi salan e mil bi mil li gel mûxalefeta Sûriyeyê li dijî rêxistinên terorê têdikoşin û got, “Weke welatekî dilsoz û mezin, ne mimkin e ku em vê fedakariyê ji bîr bikin.”
Fîdan bal kişand ser wê yekê ku biryara wan e ku opozisyona Sûriyê dê bi çi şêweyî diyalogê bi rêjîma Sûriyê re bike û got, ji aliyekî din ve, opozîsyona Sûriyê rê li ber hatina bêhtir penaberan bo Tirkiyê, qaçaxçîtî û tawanên organîze li navçeyên ku di destê wan de ye digire.