Daxuyaniyek
Sebaret bi gertin û kujtina Xelkê sivîl li Bajarên Rojava Kurdistanê ji alîyê Pyd ê Ji bo vê, li ser xwesteka hin çalakvan û hevrêzên kurdan navê `Îna na ji bo terora PYD` pêşniyar kirine, lê em vekû Yekitîya Ciwanên Araratê ( Rojava Kurdistanê) bang dikin ! Nabe kesên serpereştiya pêşniyarkirina navên rojên înê dikin, navê PYD wek terorîst belav bike û bixe ber dengdanê de.
Raste PYD bi rêya tundiyê siyaseta xwe dimeşîne û mafê mirovan li navçeyên kurdan li Sûriyê bin pê dike. Lê nabe navê wê wek terorîst bikeve dengdanê, ji ber ev yek xizmeta rêça giştî ya Sûriyê û ya kurdî bi taybet nake û di qada Navnetewî de gelek şerme kû tevger û partiyeke kurdî wek `terorîst` belav bibe.
Em bi navkirina roja înê wek (`Îna Na ji bo Şerê birakûjî ! Belê ji bo Yekitî û Biratî ) pêşniyar dikin’
Yekitîya Ciwanên Araratê ( Rojava Kurdistanê) 11/07/2013