Esad, Erdogan û veguherîna nû ya li herêmê
Şamê pêşmercên vekişîna Tirkiyê ji gotûbêjan rakir û êdî Enqere ji bo vekişînê pêwîstî bi çareseriyek siyasî nîne.
Îbrahîm Hemîdî
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di van salên dawî de daxwaza xwe ya ji bo asayîkirina têkiliyên bi welatên Erebî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re ji Serokê Sûriyê Beşar Esed venaşêre. Asayîkirina têkiliyên bi welatên Ereb re hêsantir bû. Şam di nîvê sala borî de vegeriya Komkara Erebî û Esed beşdarî du civînên dawî yên Erebî bû. Meseleya normalîzekirina Tirkiyê ji ber gelek sedeman aloztir e. Dibe ku sedema herî girîng ew e ku artêşa Tirk ji sedî 10 ê Sûriyê (bi rûbera giştî 185 hezar kîlometreçargoşe) rasterast an bi rêya koman kontrol dike. Ev herêm du qat ji Lubnanê mezintir e.
Enqere jî ji sala 2012an û vir ve piştgiriya leşkerî û îstixbaratî dide komên çekdar û nêzîkî 3.5 milyon penaberên Sûrî dihewîne. Pûtîn berî niha karîbû Esed û Erdogan razî bike ku di navbera rayedarên îstixbaratî, leşkerî û siyasî de hevdîtinan pêk bînin. Di rastiyê de Serokê berê yê MÎTê (Wezîrê Karên Derve yê niha) Hakan Fîdan û Serokê Daîreya Ewlekariya Netewî (niha Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Serokkomariyê) Orgeneral Alî Memluk li Şam û Enqereyê têkiliyên xwe yên dostane û veşartî veşartî hebûn. Piştî civîna giştî ya ku di destpêka sala 2020 de li Moskowê pêk hat, wan serdana hev jî kirin.
Esad şertê pêşî yê vekişîna Tirkiyê ji bo hevdîtinan rakir û êdî Enqere ji bo vekişînê hewcedarî çareseriyek siyasî nîne.
Her ku behsa hevdîtina Esed û Erdogan dihat kirin, danûstandin tenê bi pirsgirêkekê re rû bi rû man; Serokê Sûriyê daxwaz ji aliyê Tirkiyê kir ku bi daxuyaniyekê destpêka roja vekişîna hêzên xwe eşkere bike yan demek zelal ji bo vekişînê ragihîne, yan jî wê kengî dest bi vekişînê bike. Li gor aliyên Sûrî “girêk” hevdîtina bi serokê “welatekî dagirker” re bû. Bersiva aliyê Tirkiyê hertim ew bû ku Enqere pabendî biryara 2254ê ye û rêzê li serweriya tam a Sûriyê li ser xaka xwe digire, lê mijara vekişînê bi çareseriya siyasî û dabînkirina ewlehiyê ve girêdayî ye, da ku bakurê Sûriyê li ser asayişa niştimanî ya Tirkiyê nebe gef. Ji bo aliyê Tirk “girêk” bi serokekî “ne meşrû” re hevdîtin bû. Li hember van herdu girêkan, hewldanên Rûsyayê li ser paraztina statukoyê rawestan bû. Yanî nehişt ku Şam derbasî Idlibê bibe. Li Rojhilatê Firatê bi Tirkiyê re lihevkirin pêk anî, dewriyeyên hevpar organîze kir û îmkan dabîn kir. Dem bi dem êrîşên hewayî pêk anî.
Tiştê nû ya niha ev e ku ev “girêkên” vekişînê yan jî çareseriya siyasî hatine vekirin. Di dawiya navbeynkariya bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî û bi piştgiriya Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev, aliyên Sûrî şertên pêşwext ên vekişîna artêşa Tirkiyê ji bo civînê vekişandin. Enqereyê jî daxwaza çareseriya siyasî, beşdariya opozîsyonê, têkoşîna li dijî terorê û amadekariyên vegerandina penaberan ji bo vekişandinê rawestandiye. Yanî hevdîtina herdu aliyan wê bê şert û merc be.
Esad û Erdogan di wê baweriyê de ne ku hebûna Kurdan li rojhilatê Firatê li ser yekîtiya Sûriyê û Tirkiyê xeteriyek hebûnê ye.
Îcar sedema vê guhertina mezin di helwêstên Esed û Erdogan de çi ye? Sedem jî Rêberê PKK Abdullah Ocalan e, yanî dosyaya Kurdan e. Enqere û Şam di wê baweriyê de ne ku hebûna saziyên Kurdî, an jî “rêveberiya xweser” li rojhilatê çemê Firatê, niha ji bo yekitiya Sûriyê û Tirkiyê xeteriyek hebûnê ye. Tê zanîn ku serokê Sûriyê Hafiz Esed di Cotmeha 1998an de dev ji paraztina Öcalan berda da ku xwe ji êrîşa artêşa Tirkiyê dûr bixe. Piştre îstîxbarata Amerîka û Îsraîlê di destpêka sala 1999an de Ocalan li Afrîkayê dîl girt, radestî îstîxbarata Tirk kir û ji wê demê ve li Tirkiyê girtî ye. Piştî vê yekê têkiliyên îstîxbaratî, siyasî û aborî di navbera Sûriyê û Tirkiyê de pêş ket, Esad û Erdogan bi hev re serdana malbatên hev kirin û sînor vekirin. Ji ber wê jî Şamê serokên Kurdan radestî Enqereyê kirin û gelek endamên PKK avêtin zindanan. Piştî sala 2011ê peywendiyên Erdogan û Esed serûbin bûn û Şamê rê li ber belavbûna partî û pêkhateyên Kurdî li bakurê rojhilatê Sûriyê vekir û gef li Tirkiyê dixwar. Lê piştî ku DYA sala 2014an ji bo têkbirina DAIŞ biryar da ku xwe bispêre şervanên Kurd, çeka ku li dijî Tirkiyê bikar anî dest bi gefan kir. Herweha, koalîsyona navnetewî ya bi pêşengiya Waşinton jî ji hewayê piştgirî da rêveberiya Kurd ku wê sazûman bike û li dijî Şamê piştgiriyê bidê.
Di dema ku Şam di navbera danûstandin û gefan de bi Kurdan re di têkiliyê de bû, Tirkiyê gelek caran desttêwerdanên leşkerî kir, deverên leşkerî li gundewarê Helebê dagîr kir û ji bo “perçekirina” pêkhateya Kurdî piştgirî da komên li Idlibê. Berî her tiştî rê neda ku hebûna Kurdan bigihêje Behra Sipî û nefesê bigire û piştre jî nehişt ku ew herdu peravên çemê Firatê bi erdnîgarî ve girêbide.
Hevdîtinên Sûriye-Tirkiyeyê yên ji bo operasyona hevpar a li dijî Kurdên rojhilatê Firatê dewam dikin
Eşkere ye, rola ku Öcalan berî çaryek sedsalê bi nezanî gava ji navenda xwe ya li Şamê derket lîzt, niha bi nezanî ji zindana xwe ya li Tirkiyê dîsa “dilîze”. YPG ya ku li Sûriyê sîwana Ocalan e û li rojhilatê Firatê pişta Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e, Amerîka alîkariya wan dike. Fikarên Öcalan û Kurdan Esad û Erdogan bi yek armancê tînin cem hev: li dijî damezrandina pêkhateyek Kurdî ya li Sûriyê, ku îlhamê bide Kurdên Tirkiyê û PKK, bi hev re bixebitin.
Jixwe di navbera Şam û Enqereyê de hevdîtinên veşartî ji bo destpêkirina operasyonek leşkerî li dijî HSD, ku pêkhateya sereke ya wê Kurd in, tên kirin û di hevdîtinan de bersiva hin pirsan tê xwestin; Dîroka operasyonê wê kengî be? Gelo ewê operasyonek bejahî û hevbeş a Sûriyê û Tirkiyê be, yan jî wê operasyona bejahî ya artêşa Sûriyê be û firokeyên şer û firokeyên bêmirov ên Tirkiyê piştgiriya asmanî bike? Gelo berî hilbijartinên Amerîkayê wê êrîşî Kurdan bikin? Hilbijartina Donald Trump ê dostê Pûtîn û Erdogan û dijminê Kurdan divê hêvî jê bê kirin? Gelo meriv dikare çaverêya hilbijartina Trump be, yê ku di sala 2019an de wek tehdîda xwe soza vekişîna ji bakurê rojhilatê Sûriyê dabû û rê li ber vekişîna qismî ya hêzên Amerîkî vekiribû?
Fikarên li ser hebûna Kurdan rê li ber Esed û Erdogan vedike ku li hev bicivin û bi hev re “hebûna Kurdan parçe bikin” û “damarên aborî vekin”.
Bersivên van pirsan ne tenê di odeyên danûstandinên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, lê herweha di hevdîtinên veşartî yên di navbera şandeyên Sûriyê û Amerîkayê de li Muscat, paytexta Sultaniya Omanê, û herweha di danûstandinên ewlekarî û siyasî yên di navbera Aliyên Tirkî û Amerîkî li Enqere û Washingtonê ye. Van danûstandinan pêştir karîbû Waşîngtonê neçar bike ku Rêveberiya Xweser a Kurd hilbijartinên 11ê Gulanê paşde bixe, ji ber ku Enqere û Şam van hilbijartinan wek metirsiyek stratejîk li ser yekîtiya her du welatan dibînin. Di dema ku amadekariyên operasyonek leşkerî li dijî Kurdên bakur-rojhilatê Sûriyê tên kirin, li bakur-rojavayê Sûriyê jî danûstandinên hevbeş tên kirin. Xebatên di çarçoveya van rêkeftinan de dewriyeyên leşkerî yên hevbeş û rêkeftinên vekirina rêya ku ji bajarê sînor yê Tirkiyê Gazîentabê (Dîlokê) heta navenda gundê Nesîb li ser sînorê Urdunê, di rêya Heleb-Laziqiyê re dirêj dibe. Bi vî awayî wê têkiliyên aborî û bazirganî xurt bibin û Sûriye carek din ji bo Tirkiyê bibe deriyek ji deriyên bazirganiya Kendavê.
Daxuyaniyên hevbeş, rawestandina kampanyayên dijberî yên di medyayê de û bangên dubare yên ji bo Esed, ji “veguhertina” nû ya Erdogan ji bo bidestxistina “sifir pirsgirêkan” beşek in. Di têkiliyên wî yên bi herêmê re du serokên dewletan û di bin sîwana Çar (Rûsya) de, ew kevirên lûtkeyekê datînin ku tê de ji bo “şikandina hebûna Kurdan” bi hev re kar bikin. Li rojhilatê Feratê, ku hemû dewlemendiyên Sûriyê lê ne, û ji bo vekirina damarên aborî yên li bakurê rojavayê Sûriyê û dewlemendiya Tirkiyê, li ser Kurdan lîztik tên lîztin.
Al Majalla