Putîn dixwaze bi milyon û nîvan pirsa kurd çaresr bike
Serokê Rusiyaysê çend sazî û senterên lêkolînan li Rusiyayê raspardine ku, lêkolînan li ser pirsa kurd amade bikin û paşî li gor wan lêkolînan senaryoya çareserkirina pirsa kurd li Rojhilata Navîn amade bike.
Malpera serokatiya komara Rusiya federal di nûçeyeke xwe de dibêje ku, Vlademîr Putîn serokê Rusiyayê hijmareke sazî û senterên lêkolînan yên rusî raspardine lêkolînan li ser pirsa kurd amade bikin ka çawa pirsa kurd li Rojhilata Navîn bê çareser kirin. Li gor wê nûçeyê serokê Rusiyayê 40 milyon rubil (nêzîkî yek milyon û niv) ji bo wan lêkolînan berdest kirine.
Tê zanîn ku, Rusiya dixwaze giringiyê bi guhertinên Rojhilata Navîn bide piştî Bihara Erebî ku di berjewedniya Amerîkayê de ye, Rusiya jî rola xwe li hermî winda neke.
Vexwandina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Rusiyayê û vexwandina kurdên rojava û bakurî dikevin di çarçoveya wê pilan û stratejîya nû ya Rusyayê de.