Polîtîk

Kartal: Bêgûman bi biryara Ocalan ev guhertin pêkhat

Remzî Kartal Hevserokê Kongreya Gel beşdarî bernameya (Ayşegul Dogan la Gundem Muzakere) ya televizyona IMC kir û di derbarê hilbijartina dawî ya li PKK de zanyariyên nû pêşkêş kir.

Li ser pirsa Ayşegul Dogan ya gelo agahiya Ocalan ji vê hilbijartinê de hebû an na? Remzî Kartal Hevserokê Kongreya Gel got: Bêgûman agahiya Ocalan hebû li ser biryara wî ev guhertin pêkhatiye. Helbet ew biraderên ji BDP ku li gel Ocalan di nav danustandinan de ne vê biryara gihandine endamên KCK.

Her wiha Kartal da zanîn ku şeş endamên nû yên serkirdayetiya KCK jî hatine hilbijartin ew jî ji van kesan pêkhatiye.(Cemil Bayik, Bese Hozat, Murat Karayilan, Mustafa Karasu, Sozdar Avesta, Elif Pazarcik).

Back to top button