Ji sedî 62ê nifûsa cîhanê medya civakî bi kar tîne
Li gor daneyan, Facebook wek platforma medya civakî ya ku zêdetirî 3 mîlyar bikarhênerên wê yên çalak hene, serî dikşîne.
Medya civakî, ku li cîhanê her sal hejmara bikarhênerên wê zêde dibe, li gor daneyên sala 2024an ji alî ji sedî 62ê nifûsa cîhanê ve tê bikaranîn.
Li gor daneyên portala îstatîstîkê ya on-line Statista, Facebook ji meha Nîsanê û vir ve platforma ku herî zêde wek medya civakî tê bikaranîn li pêş e.
Facebook xwediyê zêdeyî 3 mîlyar bikarhênerên çalak e û asta xwe ya herî jor diparêze. Înstagram û WhatsApp, ku girêdayî şîrketa Meta û Facebookê ye, bi 2 milyar bikarhêner mehane di rêzên 3 û 4an de ne û Facebook Messenger jî bi milyarek bikarhêner di rêza 7 emîn de ye. YouTube, a ku girêdayî Google ye, di asta vîdeoyan de duyemîn tê. YouTube ji aliyê 2,5 milyar mirov li seranserê cîhanê tê bikaranîn. Platforma X (Twitter berê) ku xwediyê wê Elon Musk e, bi 611 mîlyon bikarhêneran di rêza 12 emîn de ye. 6 şirketên ji Çînê di lîsteyê de ne
Ji bilî 9 şîrketên navdar ên Amerîkî, 6 şîrketên Çînî jî di lîsteyê de cîh digirin.
Di nav sepanên medya civakî yên Çînî de platforma herî populer TikTok e û bi qasî 1.6 mîlyar bikarhênerên wê hene. TikTok di rêza 5 emîn de, WeChat bi 1,3 milyar bikarhêneran di rêza 6 emîn de, Douyin bi 755 milyon bikarhêner di rêza 10 emîn de, Kuaishou bi 700 milyon bikarhêner di rêza 11 emîn de, Weibo bi 600 milyon bikarhêner di rêza 13 emîn de û QQ bi 554 mîlyon bikarhêneran di rêza 14 emîn de tê. 5 milyar kes medyaya civakî bikar tînin Li gor rapora We Are Social ya 2024an, 5 mîlyar mirov, ku ji sedî 62ê nifûsa cîhanê ya 8 mîlyarî ye, medyaya civakî bi kar tînin.