Cîhan

Îsal zêdeyî milyonek û 800 hezar kes çûn hecê

Erebistana Siûdî ragihand ku hejmara giştî ya heciyan gihiştiye 1 milyon û 833 hezar û 164 kesî, ji wan 1 milyon û 611 hezar û 310 hecî ji 200 welatên biyanî hatine û 221 hezar û 854 hecî jî ji welatiyan û niştecihan pêk hatiye.

Hat diyarkirin ku ji namzetên heciyan 875 hezar û 027 jin û 958 hezar û 137 jî mêr in. Rêjeya heciyên ku ji welatên Erebî hatine ji sedî 22,3, rêjeya heciyên ku ji welatên Asya yên ne-Ereb gihîştiye ji sedî 63,3, rêjeya heciyên ji welatên Afrîkayê ji bilî welatên Erebî, gihîştiye ji sedî 11,3 û rêjeya heciyên ji Ewropa, Amerîka, Awustralya û welatên din ên nenaskirî ji sedî 63,3 zêde bûye.

Saziya îstatîstîkî ragihand ku ev rêje gihîştiye ji sedî 3,2 û diyar kir ku ji firokexaneyan 1 milyon û 546 hezar û 345 hecî, ji benderên bejayî 60 hezar û 251 hecî û 4 hezar û 714 hecî jî ji benderên behrê (deryayê) hatine.

Back to top button