Nivîsar

Pirsa Kurd dibe qurbaniya îdeolojiyên destê duyemîn!

Heta em ji berî hertiştekî ne Kurdbin û pirsa mafên xwe yên rewa ne li ser hertiştekîre bigrin, dê emê dîlê hinek îdeolojiyên destê duyem bin. Dê emê her ji bo xelkek din bitekoşin bêne girtin û kuştin.

Dara Bilek

Gelek cara dema rewşa siyasî ya Tirkiye taybetî ji aliyê siyasetmedarên Kurdan ve tê nirxandin, mixabin mirov dibîne ku pîvan piranî pirsgirêkên civakî, pirsa darayî û kaşo pirsa demokrasiyê ye û herweha di vê dema dawî pirsa normalizekirna rewşa siyasî jî di rojevê de bi germî tê nirxandin. Bê guman ev xal hemû pirsgirêkên civakî yên girîngin û ji bo civat bê şirovekirn gerek behsa van tiştan hemiyan berfirehî bê kirin. Lê gelo ji bo Kurdekî, gerek pîvan ne pirsa Kurd be? Li vê derê gazinda herî mezin ji piraniya siyasetmedarên Kurd ev yeke.

Bawerim eger pirsa Kurd di çerçoveya nasandina nasnama kurdî û dayina mafên rewa yên gelê Kurd bê çareserkirin, li Tirkiye gelek pirsgirêkên heyî di xwezayîya xwe de têne çareserkirin. Yanî gerek pîvana siyaseta ya bingehîn ji bo me pirsgirêka kurd be.

Dema serokomarê Tirkiye û serokê CHPê hevdîtin, hemû siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên tirka di cih de behsa normalîze kirina rewşa Tirkiye kirin û hinek kurd jî ketin di nav vî karwanîde. Heta pirsa Kurd çareser nebe û kurd ji bo destxistina mafên xwe yên rewa bitekoşin rewşa Tirkiye bi hevdêtina du serokên partiyên siyasî normalîze nabe.

Dema behsa demokrasiyê tê kirin, gelek kes gazinda dike ku, hukumeta AK Partiyê demokrasî têkbiriye. Heç ku demokrasiyek hebû, niha jî wê têkdibin.. Li Tirkiye di tu demekî de demokrasîyek bi temamî peyda nebûye. Heta ji bo Kurda tu cara demokrasî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê çênebûye. Tenê car cara zordarî, tedarî û îşkenceya li ser Kurda hinedekî kêm bûye.

Wek mînak; Gelo dema em wek kurd, nirxandinekî di navbera AK Partiyê û CHPê de bikin, yan jî navbera desthilata Tirkiye û muxalefetê de bikin, gerek pîvana me ya bingehîn çibe? Ev gelekî girînge. Heta em bersiva vê pirsê nizanibên emê nikaribin siyasetek bi istikrar rêve bibin. Piranî dema ev herdu alî tên nirxandin ji pirsa Kurd dûr şirove têne kirin û  dîtina îdeolojik ji beriya pirsa kurd dibe pîvan.

Yanî dema mirov vê yekê bike ev tê wateya: Ewilê ez çepim piştre Kurdim, ewilê ez muhafazakarim piştre Kurdim, ewilê ez oldarim piştre Kurdim, ewilê ez liberalim pişre Kurdim, ewilê ez demokratim pişre kurdim.Ewilê emê demokraiyê avabikin pişre pirsa Kurd çareser dibe. Yanî em ewil dibin hertişta ku em hijê dikin yan jî lê bawerin, piştre kurdin. Eve pirsgirêka piraniya aliyên siyasî , rewşenbîr û siyasetmedaran li Kurdistana bakur e. Lê ne kesek vê yekê qebûl dike û ne jî dixwaze bibîne.

Heta em ji berî hertiştekî ne Kurdbin û pirsa mafên xwe yên rewa ne li ser hertiştekîre bigrin, dê emê dîlê hinek îdeolojiyên destê duyem bin. Dê emê her ji bo xelkek din bitekoşin bêne girtin û kuştin.

Dema em nirxandina du partiyên Tirkiye bikin yan jî di navbera du aliyan de tercihekî bikin, divê pirsa Kurd wek pîvan bê girtin. Kijan ji bo kurda baştire, gavek avêtiye yan jî di bernameya xwe de behsa bi awayekî çareseriya pirsa Kurd bike, ji bo me “Ehwenê Şer“bê jî baştire. Carna mirov mecbur qencê xiraba tercih dike.

Mixabin li Tirkiye û bakurê Kurdistanê terciha aliyên siyasî ji bo berjewendiyên kesayetî tê kirin û hewldidin civakê jî bi vî awayî dizayn bikin. Ji xwe tehrîbatên civaka Kurda hatîn kirin vekirî dixweyê.

Gerek em baş têbihin ku, heta pirsa kurd bi awayekî neyê çareserkirin tu cara ne rewşa Tirkiye normalize dibe û ne jî demokrasî li Tirkiye peyda dibe. Dewsa ku em bêjin divê ewilê demokrasî bê, da pirsa kurd çareserbibe û em wek kurd hemû hêza xwe kaşo ji bo demokrasiya Tirkiye bi karbînin, bila em hemû hêza xwe ji bo çareseriya pirsa Kurd bi kar bînin û berê Tirkan jî ji bo demokrasî bê welatê wan jî bidin xebata ji bo çareseriya pirsa kurd. Dê ev yek bihêle ku, em behtir rastiya xwe nas bikin û pêşiya xwe bibînin. Ji xwe eger hebe “ Biratiya Gelan“ jî bi vê yekê çêdibe.

Eger astengek pêşiya têgihandina pirsa kurd de hebê gerek bi hemî awayî bê navkirin û ji bo rakirina vê astengê kurd bibin xwedî helwest. Lê mixabin, ev yek nayê kirin û tu îradeyek jî di vê derbarê de kêmasî îro naxweye.

6.6.2024

Back to top button