Polîtîk

Yakiş: Neheqî li Kurdan hat kirin

Wezîrê Karên Derve yê berê Yaşar Yakiş, ku wezîrê hikûmeta yekem a AKP bû, biryarên Doza Kobaniyê nirxand û diyar kir ku dewlet ji pêvajoyê agahdar e, lê bi zelalî diyar nekiriye ku divê ev mijar li ku bisekine. Yakiş got: “Piştre dema ku rewş giran û aloz bû, vê carê dewletê nekarî pêşî li vê bigire. Niha jî piştî demek dirêj cezayên bêhiqûqî didin mirovan”.

Yakiş ji dokuz8haberê re axivî û di derbarê doza Kobaniyê û neheqiya ku li Kurdan tê kirin axivî.

‘Bi îhmalkirin û nehesibandina Kurdan tiştek nayê bidestxistin’

Yaşar Yakiş li ser encamên Doza Kobanê go: “Ez di wê baweriyê de me ku divê Kurd û Tirk li cihekî hevpar bên cem hev”.

Yakiş di derbarê pirsa Kurd û çareseriya wê de weha got: “Kurd jî welatiyên me ne, diçin leşkeriyê, bac didin. Divê em di tiştên ku li dijî wan tên kirin de rêbazên lihevhatinê bi pêş bixin. Em behsa 13-14 mîlyon kesan dikin ku hûn nikarin bi îhmal û guhnedana xwe bigihîjin cihekî.Kurd bi demê re hişyartir bûne û belkî jî yek ji girseyên me yên herî polîtîk in. Ji ber ku Kurd koma herî hişyar e, ji aliyê siyasî ve ewê ji neçarî bi partiyên muxalefetê re yan jî bi partiya desthilatdar ve girêdayî bin. Di mijara muzakereyê de ewqas ezmûna wan heye ku ez bawer nakim piştî van tiştan hîn jî guh nedin hin serpêhatiyan.

“Neheqî li Kurdan hat kirin, di holê bi tenê hatin hiştin” Yakiş, di derbarê cezayên ku di doza Kobanî de hatine dayîn de weha nêrînên xwe anî zimên: “Li Kobanê gelek tişt bi agahiya dewletê hatin kirin. Ji ber ku dema ew bûyer diqewimî, dewletê îmkanên xwe bi kar anî, ez difikirim ku hikûmetê nêrîna xwe guhertiye, ango perspektîfa xwe guhertiye. Bi baweriya min neheqî li Kurdan hatiye kirin”.

“Kiryarên Demîrtaş ne sûc in” Yakiş: Di derbarê Selahattîn Demîrtaş de jî axivî û got ku ewkiryarên Selahattin Demirtaş yên niha sûc nabîne û got: “Ez di wê baweriyê de me ku 42 sal cezayê giran ne guncaw e. Her weha, divê em li ser vê yekê bifikirin; Em behsa dozekê dikin ku gelek caran ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye vegerandin. Ji ber vê yekê me got emê li gor rêgezên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigerin. Em niha guh nadin biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Ev rewş ji cidîbûnê dûr e”. “Dewletê nekarî bi rêk û pêk kar û baran bi rê ve bibe û berpirsiyariyê deyne ser milê kurdan”

Yaşar Yakiş, anî zimên ku bûyerên Kobaniyê bi agahdariya dewletê hatin kirin lê piştî ku dewletê dît nnikare ji bin vî barî derkeve, sûnc û berpirsiyarî xist stuyê Kurdan û niha bê wate Kurdan ceza dike.

Back to top button