Gelo Xameney kurê xwe ji bo desthilatdariyê amade dike?
Wek “Ayetullah“ binavkirina kurê rêberê rejîma Îranê Mucteba Xameney di medya Îranê de bû sedema nîqaşan û pirsa “gelo Xameney kurê li şûna xwe amade dike? “ Anî rojevê.
Ji ber ku Ajansa Rasa a Îranê Mucteba Xameney wek “Ayetullah” bi nav kiribû, di serê gelek kes û aliyan de pir çûbê ku rêberê olî yê Îranê Xameney kurê li şûna xwe amade dike da ku piştî mirina wî ew bibe serokê Îranê. Ji bo ku li Îranê kesek bibe “Rêber – Ayetullah“, bilindtirîn desthilatdariya olî û siyasî ya welêt, divê sernavê “Ayatullah” ji aliyê meleyên payebilind ên Şîe yên di asta “Desthilatdariya Taklîd” û “Ayetullahuzma” li welêt bê dayîn.
Sernavê ‘Ayatullah’ ji bo meleyên payebilind ên şîe yên 12 îmamî sernavek rûmetê ye. Berevajî sernavên akademîk, yên ku rasterast piştî qedandina bawernameya di warê olî de têne wergirtin, sernavê Ayetullah ji hêla zanyarên şîe ve tê dayîn. Ayetullah navek e ku di şîîtiyê de, bi taybetî di şaxê Usulî de, ku mekteba sereke ya Caferîzmê ye, tê bikaranîn.
Melayên bi navê Ayetullah, ku tê wateya ayeta (delîlên) Xweda jî, rayeya fetwayê distînin. Dema ku navê Ayetullah ji aliyê mamosteyan ve li ser lihevhatina civata aliman bê dayîn, mafê wan kesên ku navê Ayetullah werdigirin, li ser rêbaza fiqh, bi taybetî Quran, sunnet, îcma û aqil, îctîhadê dikin. Heger Ayetullahên herî girîng nivîskarên rêbaza fiqhê bin, dikarin heta asta Ayetullahê Mezin, bi gotinek din merca-î teklîd rabin.
Mucteba Xameney ê 53 salî, ji çar kurên Xameney, duyem kes e ku bi navê “Hucetul Îslam” dihat nasîn, ku heta niha di nav rêzên ayîna şîeyan de pilebilind nîne.
Ajansa Nûçeyan a Rasa di sala 2003an de hatiye avakirin û bi navê ‘Ajansa Nûçeyan a Kum Havza-i Îlmiye’ tê naskirin. Navenda wê bajarê Qumê ye, ku piraniya medreseyên şîe yên Îranê lê ne. Ajans bi Farisî, Îngilîzî, Erebî û Urdu weşanê dike.
Ajansa nûçeyan xwe wek rêxistinek medyayî ya taybet bi nav dike ku ji aliyê akademîsyen û lêkolînerên saziyên olî ve hatiye damezirandin. Lê hin medyayên Îranî yên ser bi reformxwazan, wek malpera Cemaran a nûçeyan, rexne li ajansê dikin ku desttêwerdanan di siyasetê de dike û îdia dikin ku Rasa ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê ve tê fînansekirin û birêvebirin.
Şarkul Avsat