Civak

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li mamosteyan kir

Bi helkefta 62 saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bi germî pîrozbahiyê li erk, xebat û peyama pîroz a mamostayan dikim.

Mamoste yek ji sektorên herî girîng û bingeha pêşketina civakê ne, ez piştgiriya hemû maf û daxwazên rewa yên wan dikim û hêjayî jiyaneke xweş, aramî û rehetiyê ne. Rola mamostayan di dema şoreş û azadiyê de û dilsozî û berxwedaniya wan di rojên dijwar de ji bo berdewamkirina proseya xwendinê, tu carî nayê jibîrkirin.

Bi vê minasebetê em hemû mamosteyên hêja yên ku ji bo azadiya gelê xwe têkoşiyane û canê xwe feda kirine bi bîr tînin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2024/5/1

Back to top button