ENKS şewitandina ofisa PDK-sê li Qamîşlo şermezar dike
Komên çekdar ên PYDê cardin ofisa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye, şewitandin. PDKA-S partiyeka di nav ENKSÊ de ye. ENKSê li ser êewitandina ofisa PDKSê ji aliyê çekdarûn PYDê ve daxûyaniyek ragihand.
ENKS di daxûyaniya xwe de dibêje:
Bi şewitandina vê ofîsê, hejmara ofîsên ku ji Adarê ve hatîn şewitandin gihaye deh a, ûv deverûn ku ofîs û avahiyên partiyûên di nava ENKSê de têne şewitandin di bin desthilata PYDê de ne.
ENKS dibêje ku, armanca van çalakiyên PYDê tunekirina diyaloga di nava Kurdan de ye. Amerika û Ewropî diyaloga di nava Kurdan de dixwaze.Di bin çavderiya HDSê de sala 2020î hevditin destpêkirin lê ji aliyê PYDê ve hevdîtin hatin proveke kirin.
Her weha ENKS bang li koalîsyona navneteweyî dike ku van kiryarên tirsnak şermezar bike û wan rawestîne. Ew bang li hemû partiyên Kurdistanê dike ku li ser van kiryarên li dijî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê helwestek zelal bigirin, wê şermezar bikin û bixebitin da ku wê rawestînin.
Hemî partî û rêxistinên mafên mirovan ên ku li Kurdistana Sûriyê kar dikin jî têne bang kirin ku van kiryaran şermezar bikin .
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê piştrast dike ku gelê me û hêzên wan ên sîyasî ji bo pabendbûna xwe ji prensîbên siyasî û armancên ku li ser wan têne damezrandin،