Cîhan

Partiyên ku serxwebûna Katalonyayê dixwazin di parlementoyê de piranî winda kirin!

Li Katalonyahilbijartinûn parlementoyê çêbûb, ev cara ewile ku partiyûn ku dewletbûna Katalonya dixwazin serkeftin destve neanîn. Partiya Sosyalîst a Katalan a bi serokatiya Wezîrê Tenduristiyê yê berê Salvador Illa, ji 135 kursiyan 42 kursî bi dest xist. Ev hejmar têra Partiya Sosyalîst nake ku tenê hikûmetê ava bike.

Partiya ‘Ji bo Katalonyayê bi hev re’ (JxCat) ku piştgiriya serxwebûnê dike, bi 35 kursiyan bû duyemîn. Ev têrê nekir ku partiyên alîgirê serxwebûnê piraniya xwe biparêzin.

Ofîsa Îstatîstîkê ya Katalonyayê jî ragihand ku ji sala 2017an vir ve rijaya kesûn ku serxwebûna Katalonya dixwazin kêmtir bûye. Pişgiriya serxwebûnê ji sedî 49 daketiye ji sedî 42an.

Encamên hilbijartinê nîşan didin ku ziwabûn û kirîza xaniyan li Katalonyayê xwesteka serxwebûnê zeft kiriye.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez diyar kir ku bandora “polîtîkaya asayîkirina têkiliyan” ya li hemberî Katalonyayê di encamên hilbijartinê de derketiye holê.

Serokê berê yê partiya JxCat Carles Puigdemont ku piştî referanduma serxwebûnê ya Katalonyayê ji welatê xwe reviyabû jî dibe ku ji efûyê sûd werbigire û vegere.

Herêma xweser a Katalonyayê ya ku Puigdemont pêşengiya wê dike, tevî hikûmeta navendî ya Îspanya ev referandûm neqanûnî îlan kir, di Cotmeha 2017’an de referandûmek li dar xistibû. Piştî ku di referandûmê de bi ferqeke mezin dengê ‘Erê’ ji bo serxwebûnê hat dayîn, hikûmeta Katalonyayê serxwebûna xwe îlan kir.

Piştre hikûmeta Spanyayê siyasetmedarên payebilind ên Katalan girtin û Puigdemont, ku biryara girtinê jê re hatibû dayîn, revî çû Belçîkayê.

Serokê Katalonyayê ku li dijî Spanyayê ala serxwebûnê hilda, li Elmanyayê hate binçavkirin.

Hukumeta Madridê biryara serxwebûna Katalonyayê betal kir.

Balkêş e ?
Close
Back to top button