Civak
Di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Banka Bazirganî ya Iraqê de rêkeftina mûçeyan
Li gor agahiya ku Serokwezirtiya Herêma Kurdistanê par ve kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Banka Bazirganî ya Iraqê (TBI) li ser dayîna meaşê karmendan li hev kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di nameya xwe ya ji bo Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî de wiha got: “Rêvebiriya Herêma Kurdistanê û Banka Bazirganî ya Iraqê (TBI) li hev kirin ku beşdarî proseya dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bibin”.
Li gor biryara Dadgeha Federalî, divê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bi rêya bankên federal ên wek Reşîd, Rafîdayin yan jî Banka Bazirganî ya Iraqê bê dabeşkirin.