Cîhan
Li Iraqê 11 kes hatin darvekirin
Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) li ser bingeha du berpirsên ewlekarî û tenduristiyê ragihand ku “desthilatên Îraqî vê hefteyê herî kêm 11 kes bi tawana kiryarên terorê û endambûna DAIŞê darvekirine”.
Berpirsekî ewlekarî yê parêzgeha Zîqarê (başûr) got: “Cezayê îdamê ya 11 terorîstên DAIŞê li zindana El-Hût a bajarê Nasiriyê, di bin çavdêriya tîma girêdayî Wezareta Dadê de hat bicîhanîn”.
Çavkaniyek bizîşkî ji Rêveberiya Tenduristiya parêzgeha Zîkarê diyar kir ku “roja Duşemê termên 11 tawanbarên bidarvekirî bo girtîgeha El-Hût a bajarê Nasiriyê hatin veguheztin”.