Polîtîk

Rizgariya Kurdan serxwebûna Kurdistanê da ye

Rojeva Kurd: Nivîskar û Civaknas Îsmaîl Beşikci axaftina xwe ya li “Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakûrê Kurdistanê” de dakokî li ser çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê kir û da zanîn ku ev pirs bi serxwebûna Kurdistanê çareser dibe.

 

Beşikci destpêka axaftina xwe de axaftina Ocalan ya Newrozê rexne kir û got: Li pêvajoya çareserkirinê de “Biratiya Îslamê” aştiyê nayne û heta demokrasî pêkneyê aştî çênabe. 

 

Beşikci berdewamiya axaftina xwe balkişand li ser mînakên wekî welatên Bask, Afrikaya Başûr lê belê got ji bo Kurdan baştirîn mînak mînaka Bengale. Beşikci got: Dibêjin dewletên netewî bi dawî bûye, eve ne raste, bi dehan dewletên nû hatin avakirin. Vê gotinê bi tenê ji bo Kurdan dibêjin û li ser wan ferz dikin. Wekî mînaka Bagladeş-Pakistanê de du welatên netewî û cûdahiyên kulturî hebû. Rizgariya Kurdan jî li Serxwebûna Kurdistanê de ye.

Back to top button