Cîhan
Iraq: Di serdana Erdogan de peymanên stratejîk têne îmzekirin.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Bassim El-Ewadî ji ajansa nûçeyan a Iraqê (INA) re ragihand.
- Serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Bexdayê dê sibe bibe şahidê destpêkeke pir mezin di pêwendiyên Iraq û Tirkiyê de.
Di vê serdanê de du peymanên stratejîk û zêdetirî 20 peymanên jihevtêgihiştinê têne îmzekirin
Di serdanê de wê peymaneke stratejîk a li ser dosyaya avê ku gelek xal û xal tê de cih digire, dê were îmzekirin
Hêvî heye ku di navbera Iraq, Tirkiye, Qeter û Îmaratê de li ser rêya pêşketinê peymaneke çaralî were îmzekirin.
- Lihevkirinek di navbera Iraq û Tirkiyê de ji bo pêşxistina nêzîkbûnek hevbeş ji bo rûbirûbûna kêşeyên ewlehiyê.
Pirsgirêka avê ji bo Iraqê û ewlehiya Tirkiyeyê mijarên girîng in