Polîtîk

Aydin Maruf: Hilbijartin bêyî beşdariya PDKê bi ser nakeve

Wezîrê Herêmê yê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Maruf ragihand ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bêyî beşdariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi ser nakeve.

Di daxuyaniya ji bo Kurdistan24ê de de Wezîrê Herêmê yê Karûbarên Pêkhateyan Aydin Maruf ragihand ku hilbijartin mijarek niştimanî ye û beşdariya hemû aliyan girêdayî biryarên Dadgeha Federalî ye.

Wezîrê Tirkmen bal kişand ser wê yekê ku bêyî beşdariya PDKê hilbijartinên Parlamentoyê bi sernakeve û got: “Divê daxwazên PDKê cidî bên girtin”.

Maruf diyar kir ku desttêwerdana derve di hilbijartinan de wê bandorek neyînî li rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê bike û got: “Biryara Dadgeha Federalî ya di derbarê pêkhateyan de li dijî destûr û jiyana hevbeş e. Piraniya biryarên dadgeha navborî yên di derbarê Herêma Kurdistanê de ne rast in. Em daxwaza pêdaçûna biryara Dadgeha Federalî dikin da ku pêkhate beşdarî hilbijartinan bibin. Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên cîhanê di vê mijarê de helwestek cidî nîşan bidin”.

Wezîr Marûf bal kişande ser wê yekê ku Serok Mesûd Barzanî hertim piştevaniya mafên pêkhateyan dike û got: “(Serok Barzanî) daxwaz dike ku hemû alî bi taybet pêkhate beşdarî hilbijartinan bibin”.

Back to top button