Cîhan

Li Kenyayê helîkopter ket: Serfermandarê Giştî û 10 leşker mirin

Li Kenyayê qezayeka helikopterê de Sererkanê Kenyayê Francis Ogolla û 10 karmendên leşkerî yên pile bilind jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Kenyayê di qezayê de Serfermandarê Giştî Ogolla û 10 leşker mirin, 2 leşker jî birîndar bûn. Serokkomarê vî welatî William Ruto di civîna çapemeniyê de diyar kir ku helîkopter demeke kin piştî rabûnê ketiye xwarê û diyar kir ku ji ber windahiyên wan gelek xemgîn in.

Serokkomar Rûto ragihand ku ji ber qezayê li seranserê welêt 3 roj şîna neteweyî hat îlankirin.

Back to top button