Cîhan

Reuters: Îsraîl êrîşa tolhildanê li himber Îranê kir

Medya Amerîkî ragihand ku Îsraîlê êrîşeke tolhildanê li ser Îranê kiriye. Medyaya Îranê ragihand ku li nêzîkî balafirxaneya bajarê Îsfehanê teqîn çêbûne. Li Îranê hemû seferên balafiran hatin rawestandin.

Nûçeya êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê ku yekem car ji aliyê kenala ABC News a Amerîkî ve li ser bingeha rayedarekî Amerîkî hatibû ragihandin, piştre ji aliyê CBS News û CNN ve ji şopînerên xwe re hat ragihandin.

Li gorî rayedarên Amerîkî ku navên wan nehatine eşkerekirin, Îsraîlê di saetên serê sibê yên roja Înê de li gorî saeta herêmî li dijî Îranê êrîşeke dijber pêk anî.

ABC Newsê diyar kir ku îdiayên ku dibêjin Îsraîl li Sûriye û Iraqê jî li hin herêman xistiye nehatine piştrastkirin.

Rayedarê Amerîkayê ji CNNê re axivî û bal kişand ser wê yekê ku rêveberiya Biden ronîya kesk nedaye ber êrîşa Îsraîlê ya li dijî Îranê û Amerîka naxwaze li herêmê şerekî berfireh çêbibe.

Wezareta Derve ya Amerîka û Pentagonê hê jî êrişa navborî piştrast nekirine.

Medyaya Îranê ragihandibû ku dengê teqînan li bakurê rojhilatê parêzgeha Îsfehanê ku baregeha hêzên esmanî ya Îranê lê ye, hatiye bihîstin.

Li Îranê dengê teqînan hat bihîstin

Medyaya Îranê ragihand ku dengê teqînekê li bakurê rojhilatê parêzgeha Îsfehanê ku baregeha hêzên esmanî ya Îranê lê ye, hatiye bihîstin.

Di nûçeya televîzyona dewletê de, “Çavkaniyên nûçeyan radigihînin ku li parêzgeha Îsfehanê dengê teqîneke bi hêz hatiye bihîstin. “Çavkaniya vî dengî hîn nehatiye eşkerekirin.”

Back to top button