Rêber Ehmed: Li Herêma Kurdistanê rêxistinên terorîst tunene
Wezîrê Navxweyî Rêber Ehmed di civîna Foruma Silêmaniyê de axivî û diyar kir ku li Herêma Kurdistanê tu rêxistinên terorîst tunene.
8 emîn Foruma Silêmaniyê, ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Herêmî û Navdewletî (IRIS) û Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê ve tê lidarxistin, li ser mijarên cuda berdewam dike.
”Pirsgirêka herî bingehîn a Iraqê cîbicîkirina destûra bingehîn e”
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, ku wek gotarvan beşdarî panelek forumê bû, ragihand ku “pirsgirêka herî bingehîn a Iraqê cîbicîkirina destûrê ye. Divê destûr bi vî awayî bê cîbicîkirin û rêz li cudahiyên di navbera civakên Iraqê de bê girtin. Divê Kurd wek Kurd, Ereb jî wek Ereb, Şîe, Sunne, xiristiyan û Tirkmen jî wek wan rêzdar bin“. Ehmed got: “Mixabin li Iraqê gelek caran maf û taybetmendiya pêkhateyan tê binpêkirin û wiha pê de çû: “Ev yek sedema sereke ya aloziyên Iraqê ye. Wek min got; Biryarên siyasî yên şaş dibin sedema metirsiyên mezin ên ewlehiyê. Em zêde dûr neçin; Yek ji sedemên derketina DAIŞê li herêmên Sunne jî nêzîkatiya nebaş a Bexdayê ya li hember van herêman bû. Yek ji wan sedeman jî ew bû ku xelkê nexwest beşdarî proseya siyasî bibe û xeletiyek dîrokî kir“.
“Di destûra Iraqê de têgeha ‘Hikûmeta Navendî’ nîne”
Wezîr Ehmed, ji moderator re gotina “Hikûmeta navendî ya Iraqê” rast kir, û got:
“Di destûra Iraqê de tiştek bi navê ‘Hikûmeta Navendî’ nîne. Li gor destûra Iraqê hikûmetek federal heye. Têgeha navendê di tu madeyek destûra Iraqê de nehatiye gotin. Daxwazê ji hemû siyasetmedar û hemû medyayên Iraq û Kurdistanê dikim ku xwe ji konsepta ‘Hikûmeta Navendî’ dûr bixin. Ji ber ku di destûra Iraqê de têgehek wilo nîne. Destûra Iraqê dibêje, Iraq ji hikûmeta federal, hikûmeta herêmê û hikûmetên parêzgehan pêk tê. Ji ber vê yekê bikaranîna têgeha ‘navendî’ hişmendiyek navendî derdixe holê, ku pirsgirêka herî mezin a Iraqê ye”.
“Li Herêma Kurdistanê ui rêxistinên terorîstî tunene”
Wezîrê Navxwe Ehmed, di bersiva pirsa moderator a “ li Herêma Kurdistanê komên terorîst ” de got: “Ez dixwazim mijarek din sererast bikim. Li Herêma Kurdistanê tu rêxistinên terorîst tunene. Li navçeyên sînorî tu grûpên terorîst tunene. Hin welat ji bo hin koman peyva ‘terorîzmê’ bi kar tînin, ev jî bi nêrîn û siyaseta wan ve girêdayî ye. Em têgeha ‘terorîzmê’ ji bo van komên li Iraq û Herêma Kurdistanê bi kar naynin“.
“Li Rojhilata Navîn pirsgirêkek bi navê ‘Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê’ heye“
Wezîr Ehmed herweha di derbarê pirsa Kurd û Kurdistanê de jî got:
“Li Rojhilata Navîn pirsgirêkek bi navê ‘Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê’ heye. Kes naxwaze ji vê pirsgirêkê re çareseriyek radîkal bibîne. Divê em gelê Kurdistanê bi wêrekî û bi biryar çareseriya pirsgirêka xwe pêş bixin. Çawa ku em rêzê li çareseriya pirsgirêkên hemû neteweyan digirin, divê pirsgirêka gelê Kurdistanê jî di çarçoveya rêzgirtinê de bê çareserkirin. Komên opozîsyona Îranê berî sala 2003 û heta berî 1991ê jî li Iraq û Herêma Kurdistanê hebûn. Îran van koman wek ‘terorîst’ bi nav dike. Bi dîtina me ev kom komên Kurd ên muxalîf in. Ji bo pirsgirêka PKKê; Tirkiye û civaka navneteweyî ji ber berjewendî û polîtîkayên xwe wê wek ‘terorîst’ pênase dikin. Lê heta îro ev rêxistin li Iraqê wek terorîst nehatiye naskirin. Em hebûna grûpên çekdar li Herêma Kurdistanê û xaka Iraqê qebûl nakin, lê her aliyek azad e ku çawa navên van grûpan hilbijêre”. “Bi hincetên cuda êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin” Ehmed bi bîr xist ku di çarçoveya peymana ewlekarî ya di navbera Tehran û Bexdayê de rêxistinên Kurd ên Rojhilat ji herêmên sînor hatin derxistin û got: “Îro li herêmên sînor komên çekdar hene û hemû navendên desthilatdariyê yên li Bexdayê jî şahidî dikin. Lê mixabin bi hincetên cuda êrîşî Herêma Kurdistanê tê kirin, mûşek û firoke tên bikaranîn û ev hemû hincet bêbingeh in. Ev rastî di hemû hevdîtinên li Bexda, Tehran û Silêmaniyê de derket holê”.