Kultur

Sopranoya Kurd wê yekemîn konsera xwe li Amedê bide 

Stranbêj-sopranoya Kurd a operayê Pervîn Çakar di 27ê Nîsanê de li Navenda Çand û Kongreya Sezaî Karakoç konserê dide.

Çakar ku li Mêrdînê ji dayik bûye, piştî konserên Parîs, Oslo û Stockholmê wê li Amedê bi heyranên xwe re bê ba hev. Di konserê de ji bilî awazên gelêrî yên Kurdî, berhemên Ermenî û Suryanî jî wê bên pêşkêşkirin.

Çakar piştî ku di gera xwe ya Tirkiyê de bi muzîkhezan re bîranînên jibîrnekirî afirand, wê di 26ê Gulanê de li Temppeliaukion Kirkko ya li paytexta Fînlandiya Helsînkî bi heyranên xwe re bê ba hev.

Back to top button