Cîhan

Erdogan: Emê di nava rêxistina xwe de guhertinên pêwîst bikin

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî hilbijartinên 31ê Adarê di civîna koma partiya xwe ya ewil da axivî.

Serokkomar Erdogan ddi derbarê encamên hilbijartina herêmî de got: “Divê em berî her kesî peyamên ku gel li ser sindoqan dane me bi hemû aliyên xwe bi awayekî berbiçav binirxînin”.

Erdogan di berdewamiya axavtina xwe de got: “Emê li gor daxwaz û rexneyên milet di nav rêxistina xwe de guhertinên pêwîst pêk bînin û emê hîn bi hêztir rêya xwe bidomînin”.

‘Kabîneya me li ser kar e’

Erdogan di derbarê angaştên (îdîayên)guhertina kabîneyê de weha got: “Kabîneya me li ser peywira xwe ye. Ez kesên ku hewl didin genim û ceh têkel bikin vedixwînim ku bêyî wextê winda bikin bi vê rastiyê re rû bi rû bibin. Ji bo xizmeta Tirkiyê û gelê me baştir bê kirin çi hewce bike emê bikin”.

Erdogan di derbarê aboriyê de jî bang li welatiyan kir ku bi sebir bin û weha got: “Emê di 4 salên pêş de têkoşîna xwe ya li dijî enflasyonê bi serketinê biqedînin”.

Back to top button