Cîhan

Parlamentoya Hollandayê berdana Demirtaş û Kavala bi yekdengî qebûl kir 

Parlamentoya Hollandayê pêşniyaza berdana Selahattin Demirtaş û Osman Kavala bi yekdengî qebûl kir.

Pêşnûmeya ku ji aliyê Parlamenterê Asûrî yê Parlamentoya Hollandayê Îsa Kahraman ve ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala pêşkêşî Meclîsê hat kirin, hat qebûlkirin.

Parlamentoya Hollandayê pêşnûmeya ku berî Demîrtaş û Kavala serbest bên berdan, rêbazên ku Yekîtiya Gumrukê ya bi Tirkiyê re û nûkirina Yekîtiya Ewropayê asteng dike, qebûl kir.

Endama Meclisa Nûneran Katî Pîrî, ku biryara Parlamentoya Hollandayê li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir, got: “Bêyî ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di derbarê mijarê de bên bicîhanîn, ne pêkan e ku yekîtiya gumrukê ya bi Tirkiyê re nûjen bibe. Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş divê demildest serbest bên berdan”.

Back to top button