Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Divê hilbijartin bi rizamendî û beşdariya hemû aliyan bê kirin

Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê hilbijartinên vekirî û adil bi rizamendî û beşdariya hemû aliyan bê kirin û got: “Parlamentoya Kurdistanê li herêmê ezmûnek girîng e û divê em wê biparêzin”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 8 emîn Foruma Silêmaniyê de, ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Herêmî û Navdewletî ve hatibû organîzekirin, gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî, Serokkomarê berê yê Iraqê Berhem Salih, Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kubat Talebanî û Serokê Tevgera Hikûmeta Niştimanî ya Iraqê Ammar Hekîm beşdarî forumê bûn.

Nêçîrvan Barzanî di forumê de amaje bi mijarên di rojevê de kir, di axaftina xwe de diyar kir ku divê hilbijartinên vekirî û adil bi awayekî ku ji aliyê her kesî ve bê qebûlkirin û her kes beşdarî pêvajoyê bibe û got: “Ji ber ku Parlamentoya Kurdistanê li herêmê ezmûna girîng e û divê em wê biparêzin”.

Nêçîrvan Barzanî herweha got ku Herêma Kurdistanê ezmûnek mezin a aramî û demokrasiyê çêkiriye û em rê nadin ku Herêma Kurdistanê li ser tu welatekî bibe gef û êrîş.

Back to top button