Civak

Serok Barzanî cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzidî pîroz kir 

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta hatina cejna Çarşema Sor ya Kurdên Êzidî peyamek pîrozbahîyê belav kir.

Serok Barzanî balkişand ser wê yekê ku Êzîdî beşek rastî ya gelê Kurdistanê ne û got:

“Bi minasebeta hatina cejna Çarşema Sor ji hemû birayên me yên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê re pîrozbahiyên xwe pêşkêş dikim. Xuşk û birayên me yên Êzîdî beşek rasteqîne ya gelê Kurdistanê ne û em hemû di şahî, serkeftin û êşên hevbeş de ne. Divê xuşk û birayên me yên Êzidî bi azadî vegerin ser mal û warê xwe. Kurdistan welatekî azad e ku her kes bi hev re dijî û divê ev çanda dewlemend bê paraztin. Hêvî dikim ku hemû cejn û cejnên we di nava aramî û bexteweriyê de derbas bibin û di xweşî û sihetê de bimînin”.

Çarşema Sor her sal roja Çarşema sêyemîn a meha Nîsanê tê pîrozkirin.

Back to top button