Rejîma Îranê ji xwîna Kurdan têr nabe
Roj namîne ku rejîma îranê Kurdan neşeniqîne û kolberên Kurd nekuje. Kolberên ku ji bo debara xwe û malbata xwe ji neçarî di sînoran de kolberiyê dikin, raserî êrîşên hêzên rejîma Îranê tên û canê xwe ji dest didin.
Herî dawî kolberekî Kurd ê bi navê Umîd Seyîdî li sînorên bajarê Seqizê bi êrîşa rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên rejîma Îranê hat kujtin. Umîd Seyîdî kolberê duyemîn e ku di rojên borî de rasterast bi êrîşa hêzên sînorî tê kujtin.
Li gor rapora Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, 13ê Nîsana 2024an, Umîd Seyîdî yê temen 44 salî û xelkê Sinê, di dema kolberiyê de li ser sînorê “Bestam” ê ser bi bajarê Seqizê bi gulleyên hêzên leşkerî hat kujtin. Termê kolberê Kurd 14ê Nîsanê piştî çendîn demjimêrên lêgerînê ji aliyê xelkê ve li sînorê Bestamê hat dîtin.
Roja borî jî kolberê 20 salî Mêhrad Ebdulahzade di dema kolberiyê de li ser sînorê vî bajarî ji alî hêzên leşkerî ve hatibû kujtin.