PolîtîkRojev

Endamê Civata Goran: PDK rijd neba, Bexdayê pare nedişand

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Goran ragehand ku rijdbûna PDKê ji bo vê qonaxê gelek girîng bû, ji ber pêwîst bû hêzek li hember Bexdayê raweste û jê re bibêje ku Kurd li Iraqê xwedî maf in û nabe neheqî li hember wan bê kirin.

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Goran Dilşad Reşîd,  ragehand û got: ‘’Rijbûna PDKê ji bo vê qonaxê giring bû. Heger ew rijdbûn neba Bexdayê bi hêsanî pareyê mûçe nedişand. Her carê bi bahane û hincetekê radigirt û xelk jî baş têgehişt ku nabe di hemû pêngavekê de fikra partîcîtîya teng bê kirin. Tiştê ku  PDKê kir divê destxweşî lê bê kirin, êdî divê em çeperan li hev negirin’’.

Dilşad Reşîd herwaha diyar kir û got: ‘’Yê ku li gel civak û gelê xwe rast be û bi berovajîyan kar neke ewêê serbikeve. PDKê di vê qonaxê de karekî baş kir‘’.

PDK.Înfo

Back to top button