Malikî: Barzanî ewledarî da me ku ew ji hilbijartinan venakişin
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî di derbarê naveroka civîna ligel Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî de daxuyaniyek da û tê de helwesta partiyê ya li hember hilbijartinan hat eşkerekirin.
Nûrî Malikî ji kenala Sumeriye re axivî û got: “Barzanî piştrast kir ku ew ji hilbijartinên herêmê venakişin, lê ew li bendê ye ku biryara Dadgeha Federal bê şirovekirin”.
Malikî diyar kir ku Barzanî ji wî re gotiye hin biryarên vê dawiyê mafên gelê Kurd binpê kirine û nabe gelê Kurd bê paşguhkirin û rola wî li Iraqê ji holê bê rakirin.
Ji aliyekî din ve Nûrî Malikî diyar kir ku wî ji Barzanî re teqez kiriye ku di demek nêz de wê kêşeyên navbera hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên çareser bibin û got, tu aliyekî hizir nekiriye ku gelê Herêma Kurdistanê ji mafên xwe bêpar bike.
Malikî herweha got: “Dadgeha Federal saziyek bêalî û jîr e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên di navbera aliyên cuda de kar dike. Dadgeha Federal tu kes tehdît nekiriye û bêyî delîl tu kes sûcdar nekiriye. Dadgeha Federal sedema aştî û aramiya pêvajoya siyasî ye”.