Agirê Newrozê li Swêd pêxistin
Di 20ê Adara 2024an de, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, devera Eggeby ya li Järfälla şahiyek Newrozê li dar xist. Gelek Kurdên ji dîasporayê beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Çalakî bi muzîka DJ Kurdo û helbestek ji aliyê sekreterê FKKSê Pîrşeng Tiwana ve hat xwendin. Serokê FKKS’ê Berzan Koçkaya axaftinek kir û peyamên federasyonê û Hevkarî xwend. Nûnerê Navenda Kurd a Diyasporayê nameya pîrozbahiyê ya Şîfa Barzanî xwend û Parlamenter Daniel Vencu Velázquez Castro jî silava Sosyaldemokratan pêşkêş kir.
Ya herî balkêş dema ku agirê Newrozê ji aliyê Andaz Hawĕzy yê Hozaya Zerdeştiya Kurdistanê ve hat pêxistin bû, ku sembola pêwendiyeke xurt bi ola kevnar a kurdan re ye.
Di peyama xwe de serokê Federasyonê got: Ji we hemûyan re Newrozeke geş dixwazim û silaveke germ bi navê FKKS li we dikim.Em îro bi şahî sersala kurdî pîroz dikin û destpêka salnameya kurdî ya 2724an pêşwazî dikin. Newroz weke dema hizirkirinê ye. Newroz dema hevgirtin, raman û hêviya pêşerojê ye. Demek ji bo hevgirtinê
ye. Demek e ku em kevneşopiyên xwe bi rûmet dikin, çanda xwe pîroz dikin û girêdanên ku me wekî gel digihînin hev xurt dikin.
Berdewamiya axavtina xwe de serokê Federasyonê dibêje: Wek serokê Konfederasyonê, ez hêvîdar im ku bi we hemûyan re bi hev re xebata xwe bidomînin ji bo pêşxistina berjewendiyên hevpar û xurtkirina civaka xwe. Sersala we pîroz be Ev sala nû ji bo me hemûyan bi xweşî, serkeftin, Kurdistana serbixwe ya azad û aşitî be.