Şepal Îbrahim hate azad kirin
Endamê Hevgirtina Hêvrêzên Ciwanên Kurd Şepal Îbrahim ji bo çelakiyên xweyên siyasî, ji berî sal û nîvekî ji aliyê rejima Suriye ve hatibû girtin.
Şepal Îbrahîm bi 15 sal cezayê giran girt û rêkirin girtîgehê. Şepal Îbrahim di zîndana Seydneya de dima.
Ji bo azadkirina Îbrahim gelek xwepêşandan hatin kirin û herweha Amnesty International bi xwe jî kete dewrê de. Lê heta niha hewldanên hatîn kirin tu encam destve neanîn.
Mahmut Gergerî Nûnêrê PDKê li Suriye
Piştî hewldanên nûnerê PDK(Iraq)ê li Suriye Mahmut Gergerî Şepal Îbrahim hate azad kirin. Herweha armanc ewe ku tu girtiyên kurd di zîndanên rejimê de nemînin.
Şepal Îbrahim bi efûyek taybet hate azad kirin.
Dixweyê bê ku bête ragihandin pêvajo li Suriye ber bi guhertinekî ve diçe. Taybetî Kurd jî ji bo parastina mafên xwe yên netewî piralî karekî dikin.
Rojevakurd