Cîhan

DYA li rojavayê Kurdistanê êrîşên li dijî ENKSê şermezar dike

Balyozxaneya Amerikî ya Suriye di derbarê êrîşên gurubên çekdar li rojavayê Kurdistanê,ser ofîs û baragehên ENKSê daxûyaniyek ragihand. Têzanin ku, çekdarên girêdayî Qendîl çeteyên bi navê Ciwanên Şoreşger Li Kobanê, Amudê û Tiltemer êrîşê ofîsên ENKSê kirin û xelkek birîndar kirin û agir berdan ofisên ENKSê.

Peyama Balyozxaneta Amerîka bi vî awayîye:

Em ji berdewamiya êrîşên li ser ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li bakurê Sûriyê nîgeran in û bi lezgînî daxwaza rawestandina van êrîşan dikin. Her wiha em bang li hemû aliyan dikin ku bi awayekî aştiyane û bi armanca bidestveanîna daxwazên gelê Sûriyê bê şîdet bikin.

Back to top button