Civak
Serok Barzani 8ê Adarê li jinan pîroz dike
Bi minasebeta Roja Cîhanî ya Jinan, Serok Barzanî îro li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir.
Ev jî deqê peyama Serok Barzanî ye:
8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, li tevaya jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz be. Ez di vê rojê de piştevaniya xwe ji bo mafên jinên Kurdistanê tekez dikim û rolê jinên Kurdistanê di xebat û azadîxwaziya gelê me de bilind dinirxînim.