Serokwezîr 8ê Adarê li jinan pîroz dike
Serokê hukumeta Kurdistanê bi minasebeta 8ê Adarê peyamek ragihand.û 8ê Adarê li jinan pîroz kir.
PEYAMa Serokê Hukumetê:
Bi helkefta heştê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, ez pîrozbahiyeke gerim arasteyî tevaya jinên Kurdistanê û cîhanê dikim, serkeftin û jiyaneke pirî serfirazî ji wan re dixwazim. Ez herdem piştevaniya daxwaziyên wan ên rewa dikim û berevaniyê ji mafên wan dikim, pêxemetî civakeke azad û tendirust.
Di vê rojê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe li ser parastina mafên jinên Kurdistanê û baştirkirina rewşa wan û bihêzkirina pêgeha wan di biyavên desthilatê û desthilatdariyê û bihêzkirina bingehên wekheviya zayendî tekez dike.
Roja Cîhanî ya Jinan li jinên Kurdistanê û cîhanê pîroz be û ez hêvîdar im herdem di aştî û şahiyê de bijîn.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
8ê Adara 2024ê