Li Ewropa Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê hat sazkirin
Encama Konferansa Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê li Ewropa
Rojnamevanên Kurd yên ku li Ewropayê dijîn 18ê Gulanê roja şemiyê li Brukselê hev civiyan û yekitiya rojnamevanên kurdistanê sazkirin.
Civîna li parlemena Federal bi beşdariya nunerên saziyên çapemeniyê pêk hat.
Di konferansê de derbarê dîroka çapemeniya kurdî, jin û medya, kevneşopiya çapemeniya azad û pirsgirêkên ziman û zarave yên di medyaya kurdî de semîner hatin dayin. her wiha li ser mijarê bi awayekî berfireh nîqaş hatin kirin.
Her wiha di civînê de derbarê rewşa siyasî ya li kurdistanê de jî axaftin hatin kirin û di vê xalê de rol û mîsyona rojnamevanan hate destnîşankirin.
Dîsa hate destnîşankirin ku divê standartkirina hin xalan di medyaya kurdî de pêk were û pîvanên netewî esas werin girtin.
Her wiha pirsgirêkên meslekî ango pişeyî jî hatin destnîşankirin û hat gotin ku, divê ji bo çareseriyê rojnamevanên kurd bi hevre kar û xebatan bidin meşandin.
Di konferansa me de piştgiriya bi rojnamevanên girtî ku niha li zindanan e, bi awayekî xurt hate destnîşankirin. Dîsa ji bo têkiliyên bi çapemeniya cîhanê re behsa girîngiya kar û xebatan hat kirin. Di konferansê de ji bo sudwergirtina ji teknolojiya nû jî hat hat gotin ku divê kar û xebatên hevpar werin kirin.
Ji bo van kar û baran gelek tiştên ku divê rojnamevanên kurd bikin hewcedariya bi rêxistinbûnê hate pêşniyar kirin. Û li ser vê esasê yekitiya rojnamevanên kurdistanî li ewropayê hat sazkirin.
Di rêxistinbûna rojnamevanan de wê qotaya sedî pêncî ji bo hevalên jin bikeve meriyetê. her wiha ji bo şer û mercên qanûnî wê lêkolîn werin kirin û xebat li tevahiya Ewropa were rêxistkirin kirin. Ji bo van xebatan rêveberiyek ji 7 kesan hat hilbijartin;
Komîteye Rêveber; Necîbe Qeredaxî, Dilêr Akreyî, Heval Arslan, Hesen Qazî, Amed Dîcle, Meral Çiçek û Günay Aslan pêk tê.
Her wiha biryar hat dayin ku ji Ewropayê li ser navê saziya nû beşdariyek xurt wê ji bo konferansa çapemeniyê ya neteweyî ku wê demên pêş pêk were çêbe.
Komita réveberiya Yeketiya Rojnamevanani Kurdistan li Ewrùpa