9 endamên Polîtburoya PDKê diyar bûn
Endama Rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Evîn Hirorî, got, 9 endamên Polîburoya PDKê diyar bûn, 6ên din jî dê sibê bên hilbijartin.
Evîn Hirorî, ji AKnewsê re axivî û ragihand, îro duyemîn civîna rêveberiya nû ya PDKê ji bo hilbijartina endamên Polîtburoya partiyê hat lidarxistin, lê hilbijartin ji bo sibê hat paşxistin.
Hirorî, got, di civînê de, 9 endamên rêvberiyê ku endamên kevn ên partiyê ne, ji aliyê Serokê PDKê Mesûd Barzanî ve ji bo polîtburoyê hatin pêşniyarkirin û bi tevahiya dengan hatin qebûlkirin.
Endama Rêveberiya PDKê, diyar kir, biryar e sibê jî endamên din ên polîtburoyê bên hilbijartin û wiha axivî, “Sibê 6 kesên ku mane, dê werin hilbijartin. Em jin jî, dê hewla xwe bidin da ku herî kêm jinek bibe bibe endama polîtburoyê.”
Endamên Rêveberiya PDKê, ku di 13emîn kongreya partiyê de hatibûn hilbijatin, 51 kes in. Polîtburoya (Mekteba Siyasî) partiyê jî, ji 15 kesan pêk tê.
(AKnews)