PolîtîkRojev

AA:Berpirsekî PKKê li Eyn Îsa hat kuştin

 Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Tirkiye AA, MÎTê 2 operasyonên taybet ên bi dronan li dijî çekdarên YPG û PKKê li Eyn Îsayê pêk anîne û di encamê de 5 çekdarên YPG û PKKê hatine kuştin.

Hat ragihandin ku ew operasyon roja 16ê Îlonê hatine kirin û di nava kuştiyan de berpirsê PKKê yê li herêma Firatê Mehmed Gurbuz “Rojhat Karakoçan” heye.

      

Mehmet Gurbuz

Di vê derbarê de jî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di çarçoveya lêpirsîna di êrîşa Tirkiyê û armanckirina Mehmed Gurbuz û wan 4 çekdarên YPGê de, HSDê nêzîkî 60 kesî destser kirin.

Li gorî Rewangehê, HSDê hewl dide bizane kî zanyariyan li ser cih û tevgera hêzên wê dişîne ji Îstixbarata Tirkiyê re.

Ev yek di demekê de ye, piştî gefa Tirkiyê ya destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, êrîşên artêşa Tirkiyê yên bi riya dronan li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên di destê HSDê de zêde bûne.


Back to top button