Ali Javanmerdi, Rojnamevanê Serbixwe ye û ji rojhilatê Kurdistanê ye. Li Washington DC. dijî û nûçegihanê Dengê Amerîkaye. Jivanmerdî gelek bi nêzik tevgera Kurdistanê li Rojhilat ,başûr û beşên din dişopîne û gelek cara li ser bûyeran nirxandina dike.
Jivanmerdî di medya civakî de li ser rûpela xwe ya Facebookê di derbarê kuştina fermandarê PJAKê Yusif Rabanî (Rêzan Cawîd) daxûyaniyek belav kiriye. Ji bo girîngiya vê daxûyaniyê û ji bo zelakirina sedemê kuştina fermandarê PJAKê li rojavayê Kurdistanê ji aliyê dronek Tirkî ve, me belav kirina daxûyaniyê wek pêwistiyek dît.
Alî Jivanmerdî dibêje:
” Yûsif Rabanî bi nasnav Rêzan Cawîd, şoreşgerê ku ji têkoşîna PKK’ê nerazî bû û ji têkoşîna rojhilat dûr ketibû, li bajarê Qamişlo ji ber bomberdûmana dewleta Tirk şehîd bû. Çima ciwanên rojhilat li Qamişlo û rojava şehîd bikevin dema ku welatê me yê dagirkirî ji ber melayan di rewşeke herî xerab de ye!?
PKK beşek ji eniya berxwedanê ya rejîma Îranê ye û Cemîl Bayik bi fermî ragihandiye ku ew ligel Îran û Rûsyayê ye! Divê ciwanên rojhilat rastiyê bibînin û ji xeta berxwedana Îranê dûr bikevin.
Rêzan Cawîd hewl da ji PKKê veqete lê hat şikestin û şandin rojava û ji fermana PJAKê veqetiya! Piştî sala 2017an û xiyaneta Kerkûkê Rêzan bi rêya hevalekî xwe yê hevbeş ku berê endamê PKKê bû, ji bo dîtina rêyekê pêwendî bi me re kir, lê mixabin bi ser neket!
Sersaxiyê ji malbata serbilind a Rebanî ya li Mehabadê re dixwazim û rihê şehîd Yûsif Rebanî şad be. “