PolîtîkRojev

Çekdarên PKKê cardin êrîşê pêşmegeyan kirin

Li çiyayê Metîna çekdarên PKKê cardin êrîşek birin li ser xaleke pêşmergeyên Kurdistanê. Pêşmegeyan bersiva êrîşa çekdarên PKKê daye û li gora daxûyaniya berpirsên pêşmergeyan tu ziyanek çênebûye.

Supasalarê Pêşmerge Cemal Emînkî ji Rûdawê re ragihand, “Gerîlayên PKKê li Çarçela (çiyayek li Metîna) di navbera Amêdî û komelgeha Qediş de, teqe li xaleke Pêşmerge kirin ku çend deqeyan berdewam bû. Pêşmerge jî berevanî li xwe kir û bersiv da.”

Herwiha Cemal Emînkî ragihand, “Ev ne cara yekem e ku li nav xaka Başûrê Kurdistanê teqe li Pêşmerge tê kirin, li çend cihên din jî teqe li Pêşmerge hat kirin. Pêşmerge li ser xala xwe û cihê xwe ye. Li her cihekî teqe lê bê kirin dê bersiv bide.”

Li ser ziyanên wê pevçûnê jî Cemal Emînkî got, ti ziyanek bi ber hêzên Pêşmerge neketiye û “ziyanên PKKê jî ne diyar in.”

Li aliyê din HPGê di daxuyaniyekê de ku hêzên Pêşmerge wek “hêzên PDKê” binav kirine, ragihand, Pêşmerge “roja 5ê Hezîranê bi rengê êrîşê hatiye qada nevbera Girê Çarçel û Girê Hekarî yên girêdayî herêma Metînayê û xwe bi cih kiribû.”

Di daxuyaniya HPGê de hatiye, “Hêzên PDKê tevî hemû bang û hişyariyan li vê qadê karê çêkirina çeperan domandiye, rêyên nû çêkiriye, hêz û wesayîtên zirxî sewqî qadê kirine. Pir bi şeklekî watedar bi taybetî di saetên sibehê ya roja 24ê Tîrmehê li Girê Çarçel cereke din hêzên xwe xiste tevgerê û hewldaye ber bi cihên gerîla bi pêşve biçin. Weke berê me ji raya giştî re jî ragihandibû, qada behsa wê tê kirin herêmeke bingehîn ê hêzên gerîla ye ku bi salan li wir xwe bi cih kiriye, di navbera gerîla û hêzên PDK’ê ku nû hatine qadê de mesafeyek kêm heye.”

Herwiha derbarê pevçûn û aloziyê de jî hatiye diyarkirin, “Di encama pêşveçûna hêzên PDKê ya ber bi noqteyên gerîla de ji bo demek kurt pevçûn çêbûye. Hêzên PDKê bi çekên giran li qadê xistine û di encama wê de jî şewat bi erazî ketiye. Di heman demê de tevgera zêde ya balafirên şer û keşfê yên ayîdê dewleta Tirk ya li ser herêmê jî didome.”

Ev yek di demekê de ye ku roja 5ê Hezîrana îsal jî dîsa li çiyayê Metîna di navbera PKK û Pêşmerge de alozî derketibû û di êrişekê de 5 Pêşmerge şehîd bûbûn.

Back to top button