Piştî belavbûna cureyek din ê virûsa Coronayê li Britanya, gelek welatên Ewropî sinorên xwe li gel Britanya girtin û hemû cureyê çûyîn hatinê sekinandin.
Fransa jî ji bo du rojan hemû çûyîn hatina Britanya qût kir. Di sinorê herdu welatan de bi hezara otomobilîn barhilgir bûn dûvik. Bi kilometreyan dirêjahî otomobil sekinîn.
Serokwezîrê Britanya Boris Johnson, bi rêya telefonê pêwendî li gel serokê Fransayê Macron danî û da xûyakirin ku ew dê çareseriyekî ji vê rewşêre bibînin û tedbîrên pêwist bistînin. Tirkiye jî çûyin hatinên ezmanî ji bo demekî li gel Britanya, Belçîka,Hollanda û Danmark sekinandin.