76 sal li benda dayika xwe ma
Cercîs Kaptanî naskirî bi Bahê, hemwelatiyekî Suryanî yê bajarê Mardînê bû û 76 salan li perestgeha Dêr Al Ze’feran’ ê wê bajarê li benda vegerana dayika xwe bû, lê belê dayika nevegeriya û Bahê jî heftiya derbasbûyî koça dawî kir.
Berî 76 salan dema Bahê 11 salî bû, dayika wî ji ber hejariyê wî dibe ber dergehê perestgeha Dêr El Ze’feran û jêre dibêje: (Li vir li benda min be, ezê paşê vegerim…) Lê belê paşê dayik û dû xuşka Bahê neçar dibin û koçî Sûriye dikin û ji wê ve dayik û kur tu careke din hevdû nabînin.
Bahê bi dirêjahiya jiyana xwe li wir ma û xizmetkirina perestgeh û bexçeyê kir û bi hêviyeke mezin ve li benda hatina dayika xwe dikir. Bahê wekî laş koça dawî kir û mirina wî runiştvanên deverê xemgîn kir, lê belê derhênerê Kurd Haydar Demîrtaş bi derhênana fîlmekî belgenameyî ya bi navê ’Mîhvan’ li ser Bahê, nav û bîranînên Bahê ji bo dîrokê parastiye.